Bernameya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat aşkerakirin

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed bernameya çalakiyên ku dê çend rojên pêş di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de werin lidarxistin, aşkera kir û banga tevlêbûna çalakiyan kir.

Bernameya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat aşkerakirin
16 cotmeh, 2023   12:50

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14`ê Mijdarê tev li pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re azadî” bû. Pêngav ji aliyê sendîqe û partiyên ji 74 navendên cîhanê ve 10`ê Cotmehê hatibû destpêkirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star û endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed diyar kir ku ev pêngav, berdewama pêngavên din e yên ku KCK`ê 10`ê Îlona 2020`an bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” ragihandiye û 12`ê Îlonê li Kurdistanê û tevahî dewletên cîhanê yên kurd lê hene bi dirûşma “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re êdî bes e dem dema azadiyê ye” dest pê kiriye.

Remziye diyar kir ku wê Tevgera Jinan gelek çalakiyan li dar bixe û dê tev li gelek çalakiyên din bibe û got: “Ji ber ku berpirsyariyeke mezin a jinan li hember azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye ku bi salan e ji bo azadiya jinan tê dikoşe.”

Çalakiyên şermezarkirina tecrîdê di çarçoveya însiyatîfa cîhanî de bi lidarxistina meşekê li navçeya Til Birakê dest pê kirin.

Remziye wiha domand: “Em ji van çalakiyan armanc dikin ku dengê gelan ragihînin cîhanê ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e ku ji 25 salan ve di tecrîdeke giran de ye û li dijî wî tevahî cureyên  îşkenceya derexlaqî û dermirovî tê meşandin. Pêwîstiya pêvajoyê bi hebûna Rêber Abdullah Ocalan heye da ku aştî, demokrasî û wekhevî li Rojhilata Navîn pêk were.”

Remziye aşkera kir ku dê di çend rojên bê de çalakî li herêmê li dar kevin û ev agahî parve kirin? “Xwepêşandan dê li ser asta bajar û navçeyên kantona Hesekê 17-19-20`ê Cotmehê li dar kevin. Wê çalakiya konvedanê li pêşiya avahiya komîseriya bilind a kar û barên penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê sibe bê lidarxistin. Çalakî wê 7 rojan dewam bike.”

Remziye Mihemed bang li xelkê herêmê kir ku bi girseyî tev li çalakiyan bibin û wiha got: “Divê em dengê xwe bigihînin cîhanê û bi girseyî tev lê bibin ji ber ku em xwediyê Rêbertî gel e û divê gel lê xwedî derkeve.”

(şx)

ANHA