Beşdarên pêngava "Ji Ocalan re azadî" hatin silavkirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê rêxistin, sandîqe û kesayetên tev li pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî “ bûne, silav kir.

Beşdarên pêngava "Ji Ocalan re azadî" hatin silavkirin
16 cotmeh, 2023   13:16

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye têkildarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi dehan kesayetên civakî, siyasî û çandî ha xwendin.

Endama Însiyatîfa Gel û Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Lazgîn Mihemed  daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi siyaseta tecrîdkirinê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan  tê meşandin hat kirin û hate got tecrîd, li dijî tevahî pîvanên navneteweyî û hiqûqî ye.

Di daxuyaniyê de rola sandîqe, rêxistin û kesayetên rewşenbîrî, ronakbîr, nivîskar, fîlozof û nûnerên kedkeran û tevgerên kesk ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan hat silavkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku pêwîstiya herêmê bi nêrîn û pradîkmeya Rêber Abdullah Ocalan heye û hate gotin, paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan ji tevahiya aloziyên li herêmê re, çareseriyeke mayende ye.

Di dawiyê de hate gotin: “Kurd dijminatiye dewletekê yanî gelekî nakin. Lê belê dixwazin bi rêya proje û felsefeya demokratîk doza Kurd û dozên din weka ya filistînê çareser bikin.”

(şx)

ANHA