Sererastkirina binesaziyê rojeva civîna rêxistinan bû

Daîreya Kar û Barên Rêxistinan bi hevkariya Daîreya Têkiliyên Derve mekanîzmeyên xebatên sererastkirian binesaziya ku di êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker de wêran bûye, nîqaş kirin.

Sererastkirina binesaziyê rojeva civîna rêxistinan bû
Sererastkirina binesaziyê rojeva civîna rêxistinan bû
Sererastkirina binesaziyê rojeva civîna rêxistinan bû
Sererastkirina binesaziyê rojeva civîna rêxistinan bû
Sererastkirina binesaziyê rojeva civîna rêxistinan bû
16 cotmeh 2023   12:42

Daîreya Kar û Barên Rêxistinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi hevkariya Daîreya Têkiliyên Derve ji rêxistinên navneteweyî û herêmî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin re civînek li dar xist. Civîn bi armanca koordîneya ji bo xebatên sererastkirina binesaziya di êrişên dawîn de hatiye rûxandin, li Hola Mişwar a başûrê bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Nûnerên DAîreya Kar û Barên Rêxistinan, Daîreya Têkiliyên Derve û berpirsên rêxistinên navneteweyî û herêmî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd di civînê de axivî û binesaziya ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de wêran bûye, nirxand.

Çiya Kurd got: “Bêguman dê Rêveberî di xebatên sererastkirinê de astengiyan bibîne. Berê jî ji ber şerên li herêmê hin valahî hebûn. Êrişên dawîn jî ji aliyê xizmetê û aborî ve rewş girantir kir, ev yek dê bandorê li Rêveberiya Xeser jî bike. Rêveberiya Xweser çawaniya sererastkirina binesaziyan ligel êrişên berdewam nîqaş dike. Ew di vê der barê de xwedî plan û bername ye. Lê belê hêza Xweseriyê têra sererastkirina van saziyan nake, pêwîstiya me bi destekê heye.”

Çiya Kurd got, rêxistinên li herêmê kar dikin kêm be jî dikarin alîkariyê bidin û wiha domand: “Dibe ku projeyên çandinî û tenduristiyê hebin. Rêxistin jî dikarin li gorî erk û pêwîstiya xwe bixebitin. Em dixwazin planên rêxistinan di ber çavan re derbas bikin û li gorî pêdiviyên herêmê plan û bernameyan deynin.”

Piştî axaftina Çiya Kurd, mekanîzmayên xebatên saziyên navneteweyî yên li herêmên Xweseriyê kar dikin û rêbazên koordîneya wan bi Rêveberiya Xweser re ji bo xebatên sererastkirina binesaziyên herêmê, hatin nîqaşkirin.

(c)

ANHA