Hejmara kuştiyên êrişa dibistana leşkerî ya Humsê derket 135`an

Hejmara kuştiyên êrişa li dijî dibistana leşkerî ya Humsê derket 135`an. Rewşa hin birîndaran giran e, lewma dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.

Hejmara kuştiyên êrişa dibistana leşkerî ya Humsê derket 135`an
16 cotmeh 2023   11:05

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mriovan (SOHR), hejmara leşkerên hikumeta Şamê yên di êrişa dibistana leşkerî ya Humsê (5 Cotmeh) de hatine kuştin bû 135 kes, ya birîndaran jî 145 e.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê 6`ê Cotmehê ragihandibû ku di êrişê de 89 kes hatine kuştin, ji wan 31 jin û 5 zarok in.

Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e, lewma dibe ku hejmara kuştiyan bilindtir bibe.

(şx/c)