​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna belgeyan erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûna belgeyan erê kir.

​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna belgeyan erê kir
15 cotmeh 2023   13:54

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî ya 88′an li dar xist û reşnivîsa qanûna belgeyan nîqaş kir.

Endamên meclisa giştî û meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên sivîl û demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîgirên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê û Hesen Koçer beşdarî civînê bûn.

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê hate lidarxistin. Di civînê de reşnivîsa qanûna belgeyan ji hêla cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir El Silêman ve hate xwendin.

Reşnivîs ji 126 madeyan pêk tê, ji wan ên girîng rêbazên îsbatkirinê, verastina fermî û şahidiyê hene.

Madeyên qanûnî bi awayekî hûrgilî hatin nîqaşkirin û guhartin çêbûn. Piştre beşdaran erê kir û qanûn êdî keta pratîkê.

(fr)

ANHA