QSD`ê li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê girt

QSD`ê di operasyoneke hevbeş li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî de şaneyeke DAIŞ`ê ku ji 7 çeteyan pêk tê li rojhilatê Dêrazorê girt.

QSD`ê li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê girt
15 cotmeh, 2023   13:35

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyonê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya operasyonên domdar ên li dijî şaneyên DAIŞ`ê Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê (YAT), QSD, Koalîsyona Navneteweyî de duh operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El Şihîl ê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Hêzên hewayî tev li operasyonê bûn ku ser mala şaneyeke DAIŞ`ê de girt. Di wê operasyonê de 7 çeteyên terorîst girtin. Destê wan çeteyan di hedefgirtina hêzên me û sivîlan li herêmê de hene. Her wiha çek, cebilxane ji rêxistina DAIŞ`ê re peyda dikin û şaneyan fînanse dikin. Bûyerên li Dêrazorê ku di Îlonê de rû dane bi kar anîn û êrişên terorîst kirin.

Hêzên me destnîşan dike ku têkoşîna wê li dijî DAIŞ`ê berdewam e ta ku wê tune bike û ewlehiya herêmê dabîn dike.”

(şx)