Li Arjantînê bi hezaran jinan peyama Besê Erzîncan guhdarî kir

Li Arjantînê bi hezaran jin beşdarî “36’emîn Civîna Jinan a Pirneteweyî” bûn. Di civînê de peyama bi dîmen a Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan hat guhdarkirin.

Li Arjantînê bi hezaran jinan peyama Besê Erzîncan guhdarî kir
15 cotmeh, 2023   12:30

Li gorî nûçeya ANF`ê, çalakiyê serê sibehê bi axaftian lîdera manewî ya gelê xwecihî yê Patagonîayê Mapûçeyan, Maçî destpê kir.

Maçî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedana ji bo parastin û hebûna gelên xwecihî. Maçî, Destnîşan kir ku têkoşîna li dijî dîroka mêtingeriyê bi hezaran salan hatiye dayin divê bigihêje asteke hîn bilind.

Maçî bal kişand li ser girîngiya azadiya girtiyên siyasî bi taybetî jî girtiyên siyasî yên Mapûçiyan.

Piştî axaftinê peyama bi dîmen a Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan a ji çiyayên Kurdistanê li ekranê mezin hate nîşandan.

Çalakî wê sê rojan dewam bike. Bi banga Femînîstên Abya Yala û Tevgera Jinê ya Kurdistanê wê mijara 'Li Kurdistanê û Cîhanê Şoreşa Jinê' bê nirxandin.

Ev kombûn weke platformeke krîtîk ji bo parêzvaniya mafên jinê û mafên gelê xwecihî tê nirxandin.