Hizbullahê êriş kir, artêşa Îsraîlê jî gef xwar

Hat ragihandin ku Hizbullahê êrişî gundekî bakurê Îsraîlê kiriye, di encamê de kesek hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne. Arêşa Îsraîlê jî gefa bersivdayîna êrişê xwar.

Hizbullahê êriş kir, artêşa Îsraîlê jî gef xwar
15 cotmeh, 2023   10:42

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku agahiyên xwe spartin Hizbullahê û xebatkarên tenduristiyê yên Îsraîlê, çekdarên Hizbullahê bi moşekan êrişî gundekî bakurê Îsraîlê kiriye, di encamê de kesek hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî gef xwar ku ew ê Lubnanê topbaran bikin û herêmeke li ser sînorên Lubnanê ji bo sivîlan qedexe kir.

Li gorî çavkaniyên Reutersê, Îsraîlê gelek herêmên başûrê Lubnanê topbaran kirine.

(c)