Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin

Hêzên HAT`ê li bejahiya Dêrazorê bi operasyonên serdegritinê 2 serçeteyên DAIŞ`ê girtin.

Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
Li Dêrazorê 2 serçete hatin girtin
15 cotmeh, 2023   08:11

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û der barê operasyonan de ev agahî parve kirin:

“Hêzên me yên taybet H.A.T bi piştgirî û beşdariya Koalîsyona Navneteweyî di heyama du rojên borî de li gundewarên rojhilat û bakurê Dêrezorê 2 emîrên rêxistina çete ya DAIŞ`ê girtin.

Di çarçoveya operasyonên ewlekariyê de bi desteka Koalîsyona Navneteweyî, li dijî cihên 2 serçeteyên DAIŞ`ê xwe lê veşartibûn operasyon hatin kirin. Yek ji wan serçeteyan berpirsê darayî yê fînansekirina şaneyên DAIŞ`ê bû û berpirsê pêkanîna planên dijberî herêmê bû.

Piştî şopandina tevgerên wan ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hêzên me yên taybet ve li gundewarê rojhilat û bakurê Dêrezorê 2 operasyonên serdegirtinê hatin lidarxistin û 2 serçete hatin girtin. Di lêgerînê de çekên kilaşînkov, cercûr û cebilxane yên bi çeteyan re jî hatin desteserkirin.

Dê hêzên me operasyonên xwe yên ewlehiyê, şopandina şaneyên çeteyan û ewlekirina herêmên me bidomînin.”

(c)