Di dorhêla şerê Hemas-Îsraîlê de tevgera Amerîka, Îran û Çînê

HemwextÎ gefên Îsraîlê û tevgerên Amerîka, Çîn û Îranê, hejmara kuştî û birîndarên filistînî û Îsraîlî 16 hezar derbas kir.

Di dorhêla şerê Hemas-Îsraîlê de tevgera Amerîka, Îran û Çînê
15 cotmeh, 2023   08:29

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara kuştiyan vê sibehê derketiye 2 hezar û 329`an, ya birîndaran jî 9 hezar û 42`yan. Îsraîlê jî da zanîn ku hejmara qurbaniyên wê gihîştiye hezar û 300`î, ya birîndaran jî bûye 3 hezar û 600. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku zêdetirî 126 kes ji alyiê hemasê ve dîl hatine girtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari daxuyand ku ew ji bo êrişkirina Xezayê ji hewa, derya û bejahiyê amade ne. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant jî got ku divê sivîl ji bakurê Xezayê derkevin û berê xwe bidin başûrê wê. Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye jî daxuyand ku filistînî ne ji Xezayê ne jî ji Dîfa El Xerbiyê dernakevin û berê xwe nadin Misirê.

Heniye got ku wî duh bi wezîrê karên derve yê Îranê li Qeterê hevdîtin kiriye û operasyona Hemasê nîqaş kiriye.

Rayedarekî Amerîkayê jî diyar kir ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê bi Mîrzayê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman re îro li Riyadê bicivie.

Televîzyona fermî ya Çînê jî da zanîn ku nûnerê Çînê yê Rojhilata Navîn dê vê hefteyê serdana herêmê bike û şerê Hemas-Îsraîlê gotûbêj bike.

Rayedarekî mezin ê Îsraîlê jî Îran bi hewldana vekirine eniyeke duyemîn a şer bi rêya belavkirina çekan li Sûriyeyê, tawanbar kir.

Li aliyekî din wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê diyar kir ku Îsraîlê duh dereniya şevê li djiî balafirgeha Helebê êrişa hewayî pêk aniye û di encamê de balafirgeh ji xizmetê derketiye.

Tevgera Hemasê jî ragihand ku 3 çekdarên wan ên ji Lubnanê duh di êrişa hewayî ya Îsraîlê de hatine kuştin.

Medyaya Îsraîlê jî diyar kir ku ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve êriş hatiye kirin û di encamê de 5 kes birîndar bûne.

(c)