​​​​​​​Fermandarekî QSD'ê: Em ê bersiva êrişan bidin

Fermandarekî QSD'ê destnîşan kir ku ew ê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin û got: "Em ê li hemberî êrişan bibin mertalên xurt û planên Tirkiyeyê yên dagirkirina xaka Sûriyeyê têk bibin."

​​​​​​​Fermandarekî QSD'ê: Em ê bersiva êrişan bidin
12 cotmeh 2023   03:45

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çaçroveya mafê parastina rewa de bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin. QSD′ê çalakî li dijî baregehên dagirker û çeteyan ên nêzî navçeya Eyn Îsayê dar xistin.

Ji fermandarên QSD'ê Dijwar Reqa yê li qada Eyn Îsayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawîn de êrişên xwe li ser qadên sivîlan ên li kantona Girê Spî zêdetir kirine û di nava êrişan de hemû cure çekên giran wekî tank, obus, balafirên şer û yên bê mirov bi kar anîn. Dijwar Reqa diyar kir ku di êrişa li dijî gundê Xalidiyê de jinek şehîd bû û hevjînê wî birîrndar bû.

Dijwar Reqa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn navendên xizmetguzariyê wekî stasyonên av û ceyranê dike hededef da ku zerarê bide şêniyan.

Dijwar Reqa da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker de bersiva jêderên êrişan ên ji  baregehên artêşa Tirk a dagirker û yên çeteyên wê yên nêzî navçeya Eyn Îsayê dan. Her wiha diyar kir ku di çalakiyên wan de 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 7 leşkerên dagirker birîndar bûn, her wiha çeteyek hat kuştin û 5 çeteyên din birîndar bûn.

Fermandarê QSD′ê Dijwar Reqa destnîşan kir ku ew amade de bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bidin û got: "Em soz didin gelê Sûriyeyê em li hemberî çi êrişan bibin mertalên xurt û em ê planên Tirkiyeyê yên dagirkirina xaka Sûriyeyê têk bibin."

(mh/bb)

ANHA