Hevserokê Meclisa Herêma Cizîrê: Îradeya gel dê rê li dewleta Tirk bigire

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku berxwedan û îradeya gel dê rê li dewleta Tirk a dagirker bigire.

Hevserokê Meclisa Herêma Cizîrê: Îradeya gel dê rê li dewleta Tirk bigire
12 cotmeh, 2023   02:42

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Yûnis, êriş û bi taybet hedefgirtina binesaziya herêmê wekî “binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî û sûcên şer” bi nav kirin û got: “Bêdengiya hêzên garantor şirîktiya wan a komkujiyên dijî gelê me nîşan dide.”

Yûnis bang li gelê herêmê kir ku li dora hêzên xwe yên leşkerî û projeya xwe kom bibin û berxwedanê mezin bikin.

Telat Yûnis wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êriş dê nikaribin me dûrî doza me bixin, dê îradeya me neşikînin. Ev îradeya gel dê li pêşiya dewleta Tirk bisekine û hemû planên têkbirina aramiya herêmê vala derxîne.”

(c)

ANHA