Siyasetmedar û rûspiyên Reqayê: Êriş aloziya Sûriyeyê kûrtir dike

Siyasetmendar û rûspiyên Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got, dewleta Tirk aloziya Sûriyeyê kûrtir dike.

Siyasetmedar û rûspiyên Reqayê: Êriş aloziya Sûriyeyê kûrtir dike
11 cotmeh 2023   14:23

Bi dehan siyasetmendar, şêx û rûspiyên eşîran li navenda bajarê Reqayê kom bûn bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Rûspiyê qebîleya El Welda, Loresn El Bersan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êriş jiyana zêdetirî 5 mîlyon mirov dixe metirsiyê û aloziya Sûriyeyê kûrtir dike.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Akademiya Têkoşîna Li Dijî Hişbir hat xwest û ji birîndaran re şîfa lezgîn hat xwest.

Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrişaên dewleta Tirk û parastina şêniyan hat kirin û wiha hate gotin: "Em diyar dikin ku jiyaneke bi ewle û bêyî gefên derve mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em bang li aliyên têkildar dikin dikin ku ji bo çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyeyê re bibin tevkar."

(bb)

ANHA