​​​​​​​Li Zirganê êriş: 5 jinên kedkar birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê topbaran kir. Di êrişê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûn.

​​​​​​​Li Zirganê êriş: 5 jinên kedkar birîndar bûn
9 cotmeh, 2023   08:24

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, di topbarana dewleta Tirk a dagirker a dijî gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûne.

Navên birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20), Cûmana Hemad.

Birîndar destpêkê rakirin nexweşxaneyeke Dirêbsiyê, ji wir jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

(c)

ANHA