Di salvegera dagirkirina Serêkaniyê de daxwaza vegera bê dagirkerî

Komîteya Koçberên Serêkaniyê teqezî bi vegera bê dagirkerî li Serêkaniyê kir. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku ji bo wê yekê biryareke cidî û berpirs bigire.

Di salvegera dagirkirina Serêkaniyê de daxwaza vegera bê dagirkerî
9 cotmeh, 2023   08:39

Îro (9`ê Cotmehê) salvegera 4`an a destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ye, ku di encamê de her du bajar di heman salê de (2019) hatin dagirkirin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî hat kirin û hat diyarkirin ku bichkirina biyaniyan li wan herêman û sûcên kuştin, dizî, talankirin, revandin û desteserkirina malên welatiyan berdewam dikin.

Her wiha bal kişand ser berxwedana pêkhateyên her du herêman ên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Kildan, Êzidî û Çeçan, Çerkez, Tirkmen û Ermen ku li kamp û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şert û mercên zehmet ên koçberiyê de jiyan dikin.

Hat gotin ku gelek aliyên herêmî û navneteweyî di êrişa dagirkeriyê ya dijî Serêkaniyê û Girê Spî de cih girtin.

Komîteyê bal kişand ser daxwaz û hêviyên koçberan ên vegera bê dagirkerî li warê xwe û hat gotin: “Koçber li benda biryareke navneteweyî ya adil bûn ku mafên wan ên hatine dizîn lê vegerînin û wan vegerînin ware wan. Civaka navneteweyî rastiya li Serêkaniyê dizane û bi gelek raporan belge kiriye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên vê dawiyên yên dewleta Tirk a dagirker ên hemwextî salvegera dagirkirina Serêkaniyê bi armanca koçberkirina şêniyên herêmên din û dagirkirina wan herêman hatin kirin.

Komîteyê bang li civata navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna aştî û ewlehiya navneteweyî û parastina sivîlan, erkên xwe bînin cih û biryareke berpirs û cidî bidin da ku dawî li dagirkeriyê bê anîn û xelk vegere warê xwe.

Hat diyarkirin ku dûrxistina dewleta Tirk ji dosyaya Sûriyeyê destpêka pêvajoya aştiyê li Sûriyeyê ye.

(şx/c)