​​​​​​​4 sal qirkirina etnîkî li herêmên dagirkirî berdewam e

Herêmên Serêkaniyê û Girê Spî piştî dagirkirina 4 salan ve, veguherîne navenda çeteyan. Tirkiye, jenosîdê li dijî kurdan li herêmê dimeşîne, şêniyên resen koçber dike û yên mayî jî digire. Li rex wê jî tevliheviya çek belav e, rojane bûyerên kuştinê hene.

​​​​​​​4 sal qirkirina etnîkî li herêmên dagirkirî berdewam e
9 cotmeh, 2023   02:06

Tirkiye bi rêya wekîlên xwe yan jî bi xwe her tim êriş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û gef li herêmê dixwe. Piştî serkeftina xelkê herêmê di şerê li hember DAIŞ`ê de, Tirkiye rasterast şer li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest pê kir.

Beriya 4 salan, Tirkiye êriş herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir û di encamê de erdnîgariyeke bi firehtiya 110 kîlometreyan û dirêjahiya 30 kîlometreyan dagir kir. Beriya wê jî, Tebaxa 2016`an Cerablus, Ezaz û Bab dûre Efrîn di 2018`an de dagir kirin.

HERÊMA EWLE Û HÎLEYA TIRKAN!

Ji dema ku aloziya li Sûriyeyê veguherî şerekî mezin, dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku “herêma ewle” li seranserî sînorên bakurê Sûriyeyê ava bike. Tirkiye vê herêmê beşeke ji Mîsaqê Millî dibîne. Tirkiye îdia dike ku di dîrokê de mafê wê di vê axê de yanî di bakurê Sûriye û Iraqê, beşên ji Yewnanistanê, Bulgaristan û Ermenistanê de heye.

Piştî dagirkirina xeta sînor ji Cerablusê bigire heta bigihêje noqteyên wê li Idlibê, armanca bê ya Tirk, firehkirina herêmên ku li bakurê Sûriyeyê dagir kirine. Ji ber wê di dema Donald Trump de û şandeyê Amerîka ji bo Sûriyeyê Jemes Jeffry re ji bo avakirina mekanîzmeyeke ewle li herêmên di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de li hev kir.

7`ê Tebaxa 2019`an, yanî beriya ku Tirkiye êriş herêmê bike bi du mehan, wezaretên parastinê yên Tirkiye û Amerîkayê lihevkirineke ewlehiyê ya hevbeş ragihandin. Li gor wê, her du dewlet dewriyeyên hevbeş ên bejahî û hewayî li asîmanê herêma ku dê QSD`ê jê vekişe, li dar bixin. Bi rastî jî yekemîn dewriye 8`ê Îlona heman salê bû.

21`ê Îlonê, her du aliyan 3 dewriye li dar xistin û QSD`ê jî li ser 3 beşan komên xwe vekişand û noqteyên xwe ruxandin.

Di wê navberê de, serokkomarê Tirk Erdogan, nexşerêya xwe ya ji bo avakirina “herêma ewle” li bakurê Sûriyeyê, pêşkêşî civîna 74`an a Komeleya Giştî ya NY`yê kir. Di wê de îdia kir ku ev nexşerê dibe ku derfetê bide vegerandina 2 milyonên sûriyeyî bo welatê wan.

Erdogan di nexşerêya xwe de, erdnîgariya ku divê ev herêm bi kûrahiya 30 kîlometreyan lê ava bibe diyar kir. Nayê veşartin ku piraniya niştecihên vê herêmê kurd in. Nexşerê niyatên rastîn ên dewleta Tirk aşkera kirin. Nemaze ku dixwaze kesên din li herêmê bi cih bike û bi wê re demografiya herêmê bi giştî biguhere.

Lê piştî vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji herêmê 7`ê Cotmehê, rewş hat guhertin. Piştî wê bi du rojan, Tirkiye êriş Serêkaniyê û Girê Spî kir û lihevkirina mekanîzmeya ewlehiyê paşguh kir.

 

 

ŞER LI DIJÎ AŞTIYÊ!

Saet di 16:00`an de roja 9`ê Cotmeha 2019`an êriş dest pê kir. Destpêkê topbaran û bombebaran bû. Dûre êrişa bejahî dest pê kir. QSD`ê dîsa vegerî herêmê û li hember êrişan li ber xwe da. Piştî çend rojan, Tirkiye bajarê Girê Spî dagir kir. Lê şerên dijwar li Serêkaniyê berdewam kir.

Di encama topbarana ketober û êrişên hovane de, bi deh hezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Di wan êrişan de zêdetirî 300 hezar ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ên ewle ve koçber bûn.

Bi êrişan re, gelek sûc hatin kirin. Tirkiye bajarê Serêkaniyê bi fosforê spî topbaran kir. Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12`ê Cotmeha 2019`an şehîd xist. Piraniya niştecihên herêmê nemaze kurd koçber bûn. 13`ê Cotmeha heman salê, komkujiyek pêk anî û di encamê de 11 sivîl û 2 rojnamevan şehîd bûn. Di nav wan de nûçegihanê ajansê me Seid Ehmed hebû.

17`ê Cotmeha 2019`an, serokê Amerîka yê wê demê Trump ragihand ku wî bi serokkomarê Tirk re ji bo agirbestê li hev kiriye, lê ev lihevkirin şeklî bû. Di 22`yê Cotmeha heman salê de, serokê Rûsya Vladimir Pûtîn û serokê Tirk Erdogan li Soçiyê li hev kir û agirbest ragihand. li gor wê lihevkirinê QSD`ê ji herêmên sînor ên bi Tirkiyeyê heta kûrahiya 30 kîlometreyan vekişî. Hêzên parêzvanên sînor ên hikumeta Şamê li noqteyên ser sînor cih girtin, Rûsya û Tirkiye li wan herêman bi kûrahiya 10 kîlometreyan, dewriyeyên hevbeş li dar xistin.

Tevî wê jî, dewleta Tirk ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî yên ne ewle, êrişên li dijî herêmê berdewam kirin.

HERÊMÊN NE EWLE!

Îro û piştî derbasbûna 4 salan, tevlihevî bûye taybetmendiya yekane ya Serêkaniyê û Girê Spî. Dewleta Tirk bi dehan komên çekdar ên çeteyan li her derê bi cih kirin. Ew jî dem demê, li ser hegemonî û destkeftiyên madî bi hev dikevin.

Tirkiye li dijî kurdan, jenosîdê meşand ku şêniyên resen koçber kirin û yên mayî jî girtin. Li rex wê jî çek li her derê heye, rojane sûcên kuştinê pêk tên. Çeteyên DAIŞ`ê yên ber di bin siya tirkan de li herêmê ne. Ji wir êriş herêmên Rêveberiya Xweser dikin.

Ev rastî, îdiayên nerast ên dewleta Tirk têkildarî herêmên dagirkirî aşkera dikin. Modela ku Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê pêk bîne tazî dike. Hîna gef dixwe ku dê herêmên din dagir bike. êrişên wê li dijî herêmê heta roja me ya îro berdewam in.

(şx)

ANHA