Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrîşa ser navendek me de şehîd û birîndar hene

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku di bomberana şevê din a li ser navendek wan a li herêma Koçeratan  de hinek hevalên wan şehîd û birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrîşa ser navendek me de şehîd û birîndar hene
9 cotmeh, 2023   05:02

Hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyê derbarê bombebarana ku şevê din balafirên dewleta Tirk a dagirker li hemberî navendek asayîşê ya devera Koçeratan a Dêrikê pêk anî de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Balafireke şer a dewleta Tirk a dagirker şevâ 8’ê Cotmehê (yekşem) li herêma Koçeratan bombebaran kir. Di encama êrîşê de hejmarek hevalên me şehîd û birîndar bûne. Derbarê mijarê de wê piştre agahiyên berfireh bi raya giştî re werin parvekirin.” 

(a)

ANHA