​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 – 10 - 2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 – 10 - 2023
8 cotmeh, 2023   23:00

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzir plansaziya xwe ya ji bo bidawîkirina tecrîdê aşkera kir. Munzir da zanîn ku dê li qadên hiqûqî, diplomasî, fikrî û civakî kar bikin da ku encamên mezintir bi dest bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êzidiyan peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a li dijî Şengalê wek fermana bi navê qanûnê ye û beşeke komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, nirxandin. Her wiha diyar kirin ku aliyên lihevkirin îmze kirine hewl didin wê li ser îrade û rêveberiya Êzîdiyan ferz bikin, lê piştî 3 salan bi saya berxwedana li Şengalê tê meşandin, pêk nehat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yek ji kesateyên Şengalê Şêx Şemo diyar kir ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Şengalê ne jî û got: “Ferq û cûdahî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de nîn e. Rojava piştevanê herî xurt a civaka Êzidî ye. Em û Rojava yek in û kes nikare destê me ji hev bike.”

Herêmên Serêkaniyê û Girê Spî piştî dagirkirina 4 salan ve, veguherîne navenda çeteyan. Tirkiye, jenosîdê li dijî kurdan li herêmê dimeşîne, şêniyên resen koçber dike û yên mayî jî digire. Li rex wê jî tevliheviya çek belav e, rojane bûyerên kuştinê hene.

Siyasetmedaran destnîşan kir ku hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, pêkanîna sûcên şer e. Her wiha gotin bêdengiya li hemberê, gef li ewlehiyê û aştiyê li cîhanê tev de dixwe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Serok û sekreterên giştî yên partiyên Kurd destnîşan kirin ku Tirkiye dixwaze aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û gotin: "Armanca wê ji hedefgirtina binesaziya herêmê koçberkirina şêniyan û pêkanîna guhertina demografî ye."(BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên kantona Qamişlo hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên qirkirinê de şermezar kirin û ew wek xiyaneta li welat û gelê Kurdistanê bi nav kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Serok û sekreterên giştî yên partiyên Kurd destnîşan kirin ku Tirkiye dixwaze aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û gotin: "Armanca wê ji hedefgirtina binesaziya herêmê koçberkirina şêniyan û pêkanîna guhertina demografî ye."

Musa rojekê bawer nekir ku gundê wî yê biçûk bibe şahidê hovîtiye dewleta Tirk. Dewleta Tirk li dijî malbatekê komkujiyek pêk anî ku Mûsa dateyên wê, rewşa xwe û malbata xwe piştî êrişan vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeyê Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa bi xwepêşandanekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji Geraca Dêrikê şermezar dikin, saet di 09:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Herêma Firatê çalakiya konvedanê li qada şehîd Egîd a navenda bajêr ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar dixin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê bi meşeke girseyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, xwepêşandan saet di 10:00'an de li çerxerêya Mîzan a navenda bajêr dest pê dike.

Şêniyên Qamişlo û navçeyên Til Hemîs, Tirbespî û Amûdê bi xwepêşandanekê li çerxerêya Felahîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, saet di 10:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Reqayê bi xwepêşandanekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî şermezar dikin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêma Seba Kîlo şermezar dike, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Herêma Firatê bi xwepêşandaneke girseyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li qada Jina Azad a navenda bajarê Kobanê şermezar dikin, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiya Civaka Demokratîk a Hesekê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dike, saet di 10:00'an de. Her wiha ji bo heman mijarê li navçeya Dirbêsiyê saet di 11:00'an de û li bajarê Hesekê saet di 11:00'an de xwepêşandan tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi meşekê salvegera 5'emîn a dagirkirina Serêkaniyê şermezar dike, saet di 12:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi xwepêşandanekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd, saet di 12:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star çalakiya konvedanê li dijî komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi dawî dike, saet di 15:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Helebê cenazeyê şehîd Riyad Korekcî yê ku di 5'ê Cotmehê de di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî kargeha çementoyê ya Hesekê de şehîd bûye li goristana şehîdên Serdemê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, oxir dikin, saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)