Di topbarana li Idlib û Laziqiyê de kuştî û birîndar

Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El Mubîn de li “herêmên bêçek” kuştî û birîndar çêbûn.

Di topbarana li Idlib û Laziqiyê de kuştî û birîndar
8 cotmeh, 2023   16:48

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê yên li derdora “herêmên bêçek” bajarê Idlibê yê dagirkirî û derdorê topbaran kirin. Her wiha di êrişan de, hin nexweşxaneyên bajêr hatin topbarankirin. Di encama hedefgirtina taxa Came ya bajêr de zarokek ji şêniyên Dêrazorê û kesek ku birîndar derman dikirin, jiyana xwe ji dest dan.

SOHR`ê da zanîn ku ji ber topbaranê, kar li nexweşxaneya Came bi awayekî demkî rawestiye. Her wiha aşkera kir ku di encama topbaranê de 6 kes hatine kuştin.

Girêdayî heman mijarê, çeteyên El Fetih El Mubîn êriş noqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê li eniya Fitatra ya başûr Idlibê kir. Di encamê de endamek hat kuştin û gelek birîndar bûn.

Her wiha çeteyên Fetih El Mubîn bi moşekan navendên hêzên hikumeta Şamê li herêma Qirdaha ya bakurê Laziqiye, gundên Nibul û Zehra yên bakurê Helebê topbaran kirin. Li gor agahiyan di encamê de birîndar çêbûn.

(şx)