Ji QSD′ê çalakiyên bersivdayînê: 7 dagirker hatin kuştin

QSD′ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê de yek jê efser, bi giştî 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatine kuştin. Her wiha 7 leşkerên Tirk û 5 çete jî birîndar bûne.

Ji QSD′ê çalakiyên bersivdayînê: 7 dagirker hatin kuştin
8 cotmeh, 2023   14:13

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 3 rojan a çalakiyên bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

′′Hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya mafê parastina rewa de, bi çalakiyên bi bandor bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker dan û windahiyên mezin gihandin refên hêzên Tirk ên dagirker.

Bîlançoya çalakiyên 3 rojan ên hêzên me wiha ye:

Roja Înê saet di 21:00′an de hêzên me li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên Yabîse, Ebdokê, Seyda, Cemacim, Tîna û Mezra yên Girê Spî çalakî li dar xistin. Di çalakiya li dijî baregeha li Yabîse de yek jê efeser bi giştî 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 leşkerên din birîndar bûn. Di çalakiya li dijî baregeha li gundê Ebdokê de jî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 leşkerên dagirker birîndar bûn. Di çalakiya li dijî baregeha li Mezreyê de çeteyek hatin kuştin û 5 çeteyên din birîndar bûn.

Encamên çalakiyên li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Cemacim û Seydayê nehatin zanîn.

Hêzên me ziyanên mezin gihanidn çekên giran ên dagirkeran ên li baregehên li derdora Eyn Îsayê.

Roja Şemiyê 7′ê Cotmehê,  saet di 14:00′an de hêzên me yên li Eyn Îsa û gundewarên wê çalakiyek li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li gundê Tîbayê pêk anî. Encamên çalakiyê diyar nebûn. Her wiha çalakiyek li dijî baregeha dagirkeran a li gundê Merdûdeyê li dar xist. Di encamê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin û yekî din bi giranî birîndar bû.

Bîlançoya windahiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wiha ne:

Hejmara kuştiyên leşkerên Tirk ên dagirker: 6 leşker, yek jê efser e.

Hejmara birîndarên leşkerên artêşa Tirk a dagirker: 7

Hejmara kuştiyên çeteyan: 1

Hejmara birîndarên çeteyan: 5

Hêzên me teqez dikin ku dê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me rawestin, dê mafê bersivdayînê yê rewa bidin ku di tevahî qanûnên navneteweyî de hatine vegotin."

(bb)