​​​​​​​Çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Di çalakiyan de hate gotin, gelên herêmê dê li hemberî êrişan bisekinin û bi yekitiya xwe planên dagirkeriyê têk bibin. Her wiha bang li tevahî Kurdistaniyan hate kirin ku pişgiriyê bide gelê herêmê.

8 cotmeh, 2023   14:45

Li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin.

QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê, gund û bajarokên girêdayî wê beşdarî çalakiyê bûn, her wiha xwendekarên dibistanan, endamên saziyên sivîl, tevgerên jin û ciwanan û partiyên siyasî yên li herêmê amade bûn.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re" vekirin û bê navber dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Na ji qetilkirina gelê Rojava re" û "Bijî bexwedana Rojava" berz kirin.

Endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Mahsûm Hesen axivî, xîtabî Neteweyên Yekbûyî kir û got: ′′Em pêkhateyên vî bajarî di cara hezarî de li ber nivîsgeha we disekinin û bang li we dikin ku piştgiriyê bidin gelê mezlum û têkoşer."

Hesen diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi ewle û aram dijî û berdêlên giranbuha dan û wiha domand: "Lê êrişên dewleta Tir ewlehî û istiqrara me têk dibin, bi taybetî êrişên çend rojên dawîn ku mîna wan di dîrokê de çênebûne."

Mahsûm Hesen da zanîn ku dê gelên herêmê bi yekitiya xwe li hemberî vê pêvajoyê bisekine, saziyên xwe yên parastinê xurt bike û binsaziya xwe ji nû ve ava bike. Hesen bang li tevahî Kurdistaniyan kir ku piştgiriyê bidin Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Piştre şandeyek ji însiyatîfê û rûspiyên eşîran derbasî avahiya komîseriyê bûn û nameya gelên herêmê ya li dijî êrişan gihande wê.

Endama Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Munîca Heyder diyar kir ku wan name ji aliyên têkildar re şandin.

HELEB

Meclis û nivîsgehên Jinên Oldar a Kongreya Îslama Demokratîk ên li Heleb, Qamişlo, Tebqa, Reqa, Til Temir û Kobanê daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyaniya li ber avahiya kongreyê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jina Oldar Nesrîn Îbrahîm ve hat xwendin. Daxuyaniya li Qamişloyê ji aliyê endama kongreyê Îman Ebdulhadîn ve, daxuyaniya li Kobanê jî ji aliyê hevseroka Saziya Olî ya Herêma Firatê Sîham Osman ve hat xwendin, her wiha daxuyaniya li navçeya Til Temirê ya kanotna Hesekê ji aliyê rêvebera Saziya Olî ya Jinan Gulnaz Osman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tirs û terorê belav bike û bi hedefkirina binsaziya herêmê dixwaze gel birçî bike û bikuje.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên jinan ên xwecih û cîhanî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê.

EYN ÎSA

Kongra Star a kantona Girê Spî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên navçeyê û koçberên kantona Girê Spî ji aliyê rêvebera kongrê Letîfa Şihade ve hat xwendin.

Kongra Star di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundewarê Eyn Îsayê de jina bi navê Emşa Hîlal El Begar (65) jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê Mihemed Xelef El Elî (70) birîndar bû.

TEBQA

Rêxistina Civaka Sivîl a Tebqayê jî daxuyanî da û hevserokê rêxistinê Elûş El Xidir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Terora dewleta Tirk  dagirker careke din komkujiyên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ewle û tijîe niştecihên ji tevahî bajarên Sûriyeyê pêk tîne, lê hêzên navneteweyî tu helwestî nadin.′′

MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Endama meclisê Riwêda Hinêzil daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker dighêjin asta sûcên şer. Her wiha hate gotin, armanc ji van êrişan zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê, qirkirina etnîkî û guhertina demogafî ye.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê diyar kir ku ew ê têkoşînê xurt bikin ta aştî û ewlehî li tevahî Sûriyeyê pêk were û bang  hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê bidin gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

REQA

Li Reqayê jî Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker jiyana hevbeş a di navbera Kurd, Ereb, Asur û Suryan dike hedef.

Partiyê li dijî planên dewleta Tirk a dagiker banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qYAtJTKcJDs?si=hxHoISIO6IsOicSJ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oxFeq2Os7qw?si=9OaaSHDEClzk9EWQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PYEACQGi_WU?si=AabNZDgsOjUtvzpB" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6iyLYTb5C-M?si=68fmru27zAgliV4d" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7CyBh9UJWFI?si=J8YIcuc0dE7avB8R" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6OU1s10uFi4?si=VoL1XTUn345jA1av" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>