Kadroyên tenduristiyê bandorên qutkirina kehrebeyê dinirxînin

Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku qutkirina kehrebeyê li ser nexweşxaneyan ji bombebarankirina wan cuda nîn e û gotin: “Di her du rewşan de nexweşxane ji xizmetê derdikeve û nikarin nexweşan pêşwaz bikin. Dibe ku nexweşxane tenê rewşên awarte pêşwazî bikin.”

8 cotmeh, 2023   10:20

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 4`ê Cotmehê ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî didomîn de, navendên tenduristiyê jî bûne hedef.

Li herêma Cizîrê 5 nexweşxaneyên giştî hene (Dêrik, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê û Şedadê) û Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişloyê. Ev nexweşxane bi awayekî sereke xwe dispêrin oksejîna navendî ya li ser kehrebeyê, li kêlek wê jî 14 nexweşxaneyên taybet û 35 navendên tenduristiyê hene û xizmeta bi sed hezaran welatiyan dikin. Qutkirina kehrebeyê ya ji ber êrişan yekser bandor li van navendan kiriye û niha tenê li ser kehrebeya jenatoran kar dikin.

Der barê mijarê de cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Hediye Ebdullah ji ajansa me axivî. Hediye got: "Qutkirina kehrebeyê li ser nexweşxaneyan ji bombebarankirina wan ne cudatir e, di her du rewşan de ji ximzetê derdikevin û nikarin nexweşxan pêşwaz bikin."

PLANÊN AWARTE HENE, LÊ BELÊ…

Hediye wiha domand: "Wekî deste planên me yên yedek hene mîna depokirina derman û sotmeniyê ji bo pêxistina jenatoran. Em dikarin heta demekê bixebitin, lê zirar ne tenê gihaşt kehrebeyê, lê belê gihîşt bîrên petrolê jî. Ev jî zehmetiya peydakirina sotemeniyê zêdetir dike, ji ber ku bandora wê li ser xebata me û xebata nexweşxaneyan mezin e."

Hediye diyar kir ku beşên tenduristiyê yên ku herî zêde zirar dîtine “beşên hilberandina oksejînê, dayîngehên pitikan, odeya emeliyatan û baldariyê” ne. Li gorî Hediye, dibe rewşa aloztir bibe û nexweşxane ji xizmetê derkevin û tenê rewşên lezgîn pêşwazî bikin.

′DEPOYÊN SOTEMENIYÊ YÊN NEXWEŞXANEYAN TENÊ TÊRA ÇEND ROJAN DIKIN′

Gerînendeyê Nexweşxaneya Rihmê ya taybet a li Qamişloyê Dr. Riyad Ferec jî ji ajansa me re wiha axivî: "Nexweşxane rojane 15 saetan bi kehrebeyê û karê me baş derbas dibû. Lê niha rewş cuda bûye, nexweşxane 24 saetan li ser jenatoran dixebitin. Bi gelemperî rewşa tevahî saziyên xizmetguzariyê zehmet e, lê ya nexweşxaneyan zehmettir e.”

Depoya jenatora Nexweşxaneya Rihmê tenê têra çend rojan dike, lê bi hedefgirtina stasyonên petrol û depoyên sotmeniyê re ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve îhtîmaleke mezin e ku krîza sotemeniyê ya mezin li herêmê çêbe. Dr. Ferec têkildarî vê yekê got: "Gelo piştî sotemeniya nexweşxaneyan bi dawî bibe dê çi bibe? Ger sotemenî nehat peydakirin dê nexweşxane ji xizmetê derkevin. Lê em ê hewl bidin xebata xwe dewam bikin, ximzetên tenduristî û mirovî ji bo nexweşxan pêşkêş bikin."

Rewşa Nexweşxaneya Dil û Çav ji ya din ên herêmê ne cuda ye. Dikare bê gotin ku hîn girantir e. Ew nexweşxane li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e. Li wê nexweşxaneyê rojane bi dehan emeliyat tên çêkirin, her wiha rojane bi sedan nexweşên dil û çavan tên pêşwazîkirin.

Gerînendeyê Nexweşxaneya Dil û Çav Mihemed Kermo wiha got: "Me xwe dispart kehrebeya sereke, lê niha em 2 jenatoran pê dixin. Em nizanin em ê heta kengî pişta xwe bidin jenatoran."

Kermo wiha domand: "Dibe ku nexweşxane neçar be hin xizmetên xwe rawestîne û tenê rewşên awarte pêşwaz bike, ew jî rewşên lezgîn in."

Eger janator xirab bibin dê çi bibe? Kermo wiha bersivê dide: "Dê nexweşxane ji xizmetê derkevin."

(fr/c)

ANHA