Li Efrînê jinek û mêrek hatin revandin

MÎT′a Tirk û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jin û mêrek ji Efrîna dagirkirî revandin, her wiha çeteyan li hember rûniştina welatiyekî li mala xwe ya li navçeya Şerayê 3 hezar dolar ferz kir.

Li Efrînê jinek û mêrek hatin revandin
8 cotmeh, 2023   09:45

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ′MÎT′ tevî çeteyên ′Polîsên Sivîl′ welatiyê bi navê Emîn Remzî Kêlo (33) yê ji gundê Sorkê yê Raco ji mala bavê hevjîna wî ya li gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirirî revand.

Girêdayî heman mijarê çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiya bi navê Emîne Beşîr Silêman (27) ji navçeya Cindirêsê ya kantonê revand.

Li aliyekî din jî çeteyan li welatiyê bi navê Fewzî Ebo yê ji xelkê gundê Duraqliya yê Şerayê 3 hezar dolar li hember rûniştina li mala xwe ferz kir.

(fr)

ANHA