3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin

​​​​​​​Bi dirûşma "Tebqa bêhna folklor û giyanê reseniyê ye′′, 3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin.

3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê hat lidarxistin
7 cotmeh, 2023   16:44

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dirûşma "Tebqa bêhna folklor  û giyanê reseniyê ye′′, 3′yemîn Festîvala Resenî û Folklorê li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên sivîl, meclisên leşkerî, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, nûnerên tevgerên jin û ciwanan beşdar bûn.

Bi navê Navenda Çand û Hunerê ya herêma Cirniyê, hevseroka navendê Rama El Xelef axivî. Rama di destpêka axaftina xwe de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û têkildarî mîhrîcanê got: "Em her tim hewl didin bi rêya wekî van festîvalên folklor û behreyên li herêmê geş bikin û kevneşopiya xwe ya çandî biparêzin."

Hevseroka Meclisa Sivîl a Cirniyê Cuheyna El Hisên jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Ev êriş îsrar û îradeya me lawaz nake. Em ê destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî Elaya jî anî ziman ku ev festîval di mercên şerê taybet û êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker de tê lidarxistin û got: "Bi vê festîvalê em sekna xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk  dagirker nîşan didin."

Piştî axaftinan, koma Kevneşopî ya Cirniyê û koma Kevneşopî ya Tebqayê stran gotin. Koma govendên folklorî yaa ji Cirniyê govend gerandin û hunermend Memduh Şitîwî stran gotin.

Di dawiya festîvalê de Navenda Çand û Hunerê ya Cirniyê hat xelatkirin û govend hatin gerandin.

(bb)

ANHA