Berpirsên navend û kampên malbatên DAIŞ′ê hişyarî da

Berpirsan navendên perwerdekirinê û kampên ku malbatên DAIŞ′ê lê bi cih dibin diyar kir ku ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker xeteriyeke mezin li ser van navendan heye.

Berpirsên navend û kampên malbatên DAIŞ′ê hişyarî da
7 cotmeh 2023   13:38

Li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Berpirsên girtîgeh, kampên koçberan û kampên ku malbatên çeteyên DAIŞ′ê lê bi cih dibin, bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê xeteriyên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser wan navendan, da.

Hevserokê Nivîsgeha Edl û Çeksaziyê Xalid Remo got: "Vê rewşê bandor li navendên perwerdekirinê jî kir. Ji ber ku îstîqrariya li van navendan bi rewşa giştî ya herêmê ve girêdayî ye, ji ber wê me hin tedbîrên ewlehî girtin."

Remo li ser berdewama aloziya ku êrişên dewleta Tirk çêdike hişyarî da û got ku ev navend ji ber êrişan rastî ′xeteriyeke mezin′ tên û wiha dom kir: “Ji ber ku çeteyên DAIŞ′ê di van rewşan de bi tevger dibin. Ji lew re hemû dibe ku di çi demê de be li hundirê van navendan teqandin çêbibe."

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku êrişên hewayî li derdora Kamp Waşûkanî jî pêk hatin û di nava xelkê kampê de metirsî çêkir.

Ehmed got: "Di nava şêniyên kampê de metirsî zêde ye, bi taybet di nava jin û zarokan de. Li kêlek wê jî 12 rêxistinên mirovî li kampê piştî êrişa Tirkiyeyê ji kampê derketin."

Ehmed aşkera kir ku artêşa Tirk a dagirker derdora Kampa Roj ku tê de 2 hezar 500 kesên ji malbatên DAIŞ′ê yên biyanî bi cih dibin, bombebaran kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan aloziyekê li hundirê kampan çêke û hewl dide malbatên rêxistina DAI′ê yên li kampên Roj û Holê rizgar bike û wan malbatan bi emîrên wan ên li hundirê herêmên dagirkirî hene komî ser hev bike; çi li Girê Spî yan jî Serêkaniyê. Bi vê yekê hewl dide rêxistina DAIŞ′ê zindî bike û dewleta rêxistina DAIŞ′ê careke din li herêmê ava bike."

(fr)

ANHA