Fermandarekî QSD′ê: Em ê tolê hilînin

Ji fermandarên QSD′ê Heyder Salih diyar kir ku hêzên wan di her deman de û li her cihî bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin û got, dê tolê hilînin.

Fermandarekî QSD′ê: Em ê tolê hilînin
7 cotmeh, 2023   13:26

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Heyder Salih diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ne nû ne û got: "Dewleta Tirk a dagirkre piştî her binkeftineke siyasî êrişên barber li ser Sûriyeyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê bi taybet pêk tîne, da ku krîzên xwe yên navxweyî derxe derve."

Heyder Salih li ser bersivdayîna êrişên dewleta dagirker jî anî ziman ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk her tim di her deman de û li her cihan bersiva êrişan didin. Her wiha got, daxuyaniyên desthilata Tirk û hincetên wê ji her kesî re aşkera bûne.

Heyder Salih got, hêzên wan dê tolê hilînin.

(bb)

ANHA