Li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin

Di encama êrişa Hemasê ya dijî Îsraîlê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Gelek dewletên rojavayî êriş şermezar kir. Hizbullahê jî êriş wekî “peyamek dijî hewldanên normalîzekirina bi Îsraîlê re” bi nav kir.

Li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin
7 cotmeh, 2023   13:00

Piştî destpêkirina operasyona “Tûfana El Eqsa” ya ku rêxistina Hemasê dijî hêzên Îsraîlê daye destpêkirin, wezîrê ewlehiya neteweyî yê Îsraîlê diyar kir ku li seranserê welat rewşa awarte hatiye ragihandin. Servîsa Ambûlansê ya Îsraîlê “Stêrka Sor a Dawûd” ragihand ku di encama operasyona Hemasê de heta niha herî kêm 22 kes hatine kuştin, bi sedan îsraîlî jî birîndar bûne.

Li gorî ajansa Reutersê, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir ku di êrişa Hemasê de nêzî 545 kes birîndar bûne.

Fransa, Almanya, Brîtanya, Spanya, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê êrişên Hemasê şermezar kirin. Misirê jî bi daxuyaniyekê hişyarî da û banga xweragirtinê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê (Wefa), serokê Filistînê Mehmûd Ebbas gotiye ku mafê gelê Filistînê heye ku li hember “terorîstan” û hêzên dagirker xwe biparêze.

Hizbullah a Lubnanê jî, êrişa Filistînê wekî peyamekê ji bo aliyên ku hewl didin têkiliyan bi Îsraîlê re normalize bikin, bi nav kir. Îranê jî li ser zimanê şêwirmendê Xamneyî piştgiriya xwe bo êrişa Filistînê ya dijî Îsraîlê anî ziman.

(c)