​​​​​​​Dema Qur-an dixwend dagirkeran êrîş kir, xwîna wî li ser rûpelan ma 

Welatiyê bi navê Samî El Nezal di kêliya ku Qur-an dixwend de, bû hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker û xwîna wî rijiya ser rûpelên Qur-anê.

​​​​​​​Dema Qur-an dixwend dagirkeran êrîş kir, xwîna wî li ser rûpelan ma 
7 cotmeh, 2023   12:21

Dewleta Tirk a dagirker ji 4′ê Cotmehê ve bi balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek û çekên giran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, qadên sivîlan, navnedên xizmetguzariyê û yên tenduristiyê dike hedef.

Di enama van êrişan de heta niha 15 welatî şehîd bûne û zêdetirî 18 kes birîndar bûn.

Di êrişa barbanga roja Înê ya li dijî stasyona Gir Dahol a navçeya Tirbespiyê de welatiyê bi navê Samî Nayîf El Nezal (35), dema Quran dixwend, hat hedefkirin û birîndar bûn. Xwîna birîna wî li rûpelên Quranê ketin û bi saetan li erdê ma. Ji ber êrişên dijwar tîmên awarte û şêniyan nikarîn di zûtirîn dem de Samî El Nezal rakin nexweşxaneyan, lê piştî çend saetan wî gihand mala wî.

(bb)

ANHA