Şehîd Mihemed El Ilêwî li Tirbespiyê hate veşartin

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê di merasîma oxirkirina şehîd Mihemed El Ilêwî de got ew ê têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker mezin bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Şehîd Mihemed El Ilêwî li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Mihemed El Ilêwî li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Mihemed El Ilêwî li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Mihemed El Ilêwî li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Mihemed El Ilêwî li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîd Mihemed El Ilêwî li Tirbespiyê hate veşartin
7 cotmeh, 2023   12:22

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê cenazeyê Mihemed El Ilêwî li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê li rojavayê Tirbespiyê veşart. Mihemed El Ilêwî 5′ê Cotmehê li mala xwe di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li nêzî stasyona petrolê ya li bakurê Tirbespiyê de şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Mablatên Şehîdan a Tirbespiyê Nûredîn Şakir êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got, bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk nîşan dide ku ew di êrişên dagirkeriyê de şirîk in.

Nûredîn Şakir got, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan yek in û dê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm hedefgirtina welatî, avahiyên enerjî û xizmetguzariyê wekî sûcekî şer nirxand û anî ziman ku dewleta Tirik bi pêkanîna van sûcan dixwaze îradeya gel bişkîne.

Îbrahîm soz da ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin û têkoşînê bidomînin ta serkeftinê mîsoger bikin. Ayid Îbrahîm got: ′′Vîna gelan wê bi ser bikeve."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî kurê wî Muitesim El Ilêwî hate kirin. Cenazeyê şehîd li goristanê hate veşartin.

(fr)

ANHA