‘Li hemberî xiyanetê bê deng nemînin’

Endamên PYD′ê bang kir ku li hemberî xiyaneta PDK′ê bê deng nemînin û bi berxwedan û têkoşînê êrişan têk bibin.

‘Li hemberî xiyanetê bê deng nemînin’
7 cotmeh, 2023   03:17

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanet û êrişan rabin.

Luqman Caro diyar kir ku di vê dawiyê de xiyaneta PDK’ê li ber çavan e û wiha got: "Em xiyanet û hevkariya PDK`ê dibînin. Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Dema ku ev êriş ji hêla hin aliyên Kurd ve tên kirin, ev alî diyar in; PDK û ENKS.”

Caro wiha berdewam kir: "Dema statuyek li Başûr çêbû, biryara yekem ew bû ku şerê Tevgera Azadiyê bikin. Ev biryar jî bi serkêşiya PDK`ê hate erêkirin û bû hevkarê dewleta Tirk, ji bo tunekirina gelê Kurd û gerîlayan."

Caro axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em Kurd êdî li hemberî xiyaneta PDK`ê û ENKS`ê bisekinin û êrişên heyî têk bibin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi ser bikevin."

Fadil Qasêm jî wiha axivî: “Di vê dawiyê de hemû listokên PDK û ENKS`ê diyar bûn. Li Başûr jî xiyanetê li gelê xwe dike. Dema gel jê re dibêje xayîn, dibêjin çima ji me re dibêjin xayîn. Gelo dê çi bê gotin? ENKS û PDK bi qasî dewleta Tirk xizmeta Tirkan dikin. Êdî bes ji bo hevkariya we, em ê bê deng nemînin.”

Yildiz Muse jî li ser mijarê wiha got: “Xiyaneta ENKS û PDK`ê tu carî nayê pejirandin. Xiyaneta wan ne tenê li Efrînê bû, xiyaneta herî mezin li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Çawa hûn dikarin bibin hevkarê dijminê gelê Kurd? Êdî bes e, gelê Kurd nikare qebûl bike. Dest ji hevkariya bi dewleta Tirk berdin û bibin Kurdên serbixwe. Em bang dikin ku hemû gel ji bo parastina xaka Kurdistanê bibe yek û nebe hevkarê dijmin.”

)şx)

ANHA