‘Bi vegerandina Rêveberiya Xweser dê jiyan û ewlehî vegere’

Şêniyên Serêkaniyê yên li bajêr mane, diyar kir ku divê herêm were rizgarkirin û ji nû ve ji hêla Rêveberiya Xweser ve were birêxistinkirin û bi boneya salvegera 4′emîn a dagirkirina herêmên xwe got “Bi vegerandina Rêveberiya Xweser dê jiyan û ewlehî vegere.”

‘Bi vegerandina Rêveberiya Xweser dê jiyan û ewlehî vegere’
7 cotmeh, 2023   04:35

Dagirkirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bû sedem ku zêdetirî 150 hezar welatî ji bajêr koçber bin û li deverên cuda yên herêma Cizîrê û herêma Firatê belav bûn.

Li gorî bîlançoya dawîn ku ajansa me di 13′yê Tebaxa 2023′yan de parve kiribû, hejmara Kurdên niha li bajêr mane nêzî 50 kesî ye û piranî kal û pîr in, 7 kesên xiristiyan mane, lê êzidî jî tune ne. Ew li nava 16 gundan belav in. Her wiha Çeçen û etnîkên din jî ji herêmê koçber bûne.

Di salvegera 4′emîn a dagirkirina Serêkaniyê de me xwe gihand gelek kesên li hundirê bajarê Serêkaniyê mane. Welatiyan got rewşa wan ne baş e, banga rizgarkirina herêmê û jinûve vegerandina ewlehî û îstîrqarê kir.

Kesên pê re têkilî hatiye danîn, navên xwe ji ber ewlehiyê aşkera nekir û got: "Ji dema Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, em di tevahî aliyan de êşan dikişînin û bi hêvî ne Rêveberiya Xweser vegere, da ku jiyan vegere û em bi aştî û îstîqrar mîna berê bijîn."

Şêniyekî got: "Dema Rêveberiya Xweser hebû, em di xêr û bêrê de bûn. Niha em mecbûr in tiştê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser me ferz dikin, qebûl bikin, em bixwazin an jî nexwazin, ji ber tu rêyeke din tune ye."

′ROJA KU AŞTÎ BI DAWÎ BÛYE′

Welatiyan roja dagirkirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, wek rojeke reş wesif kir û got di wê rojê de aştiya wan bi dawî bû û ewlehiya wan hate têkbirin.

Li ser rewşên debarê yên li hundirê Serêkaniyê şêniyekî dingot: “Di mijarên jiyanê û debarê de em rûbirûyî astengiyên mezin in, ji ber ku kel û pel zêde biha bûne û derfetên kar tune ne."

′EM DEV JI XAKA XWE BERNADIN′

Şêniyên li bajêr mane, anî ziman ku kesên li bajêr mane ji vê rewşê ne razî ne, lê bi xak û bajarê ve girêdayî ne û dixwazin piştî rizgarkirinê Rêveberiya Xweser vegere.

Şêniyan got bi rizgarkirina bajêr ewlehî û îstîqrar dê vegere û divê piştî wê ji hêla Rêveberiya Xweser ve kar werin birêxistinkirin û got: "Bi vegerandina Rêveberiya Xweser re jiyan, ewlehî û îstîqrar dê vegere."

(fr)

ANHA