Nezanî ev cara dawîn e bavê xwe dibîne

Kêliyên topbarana dewleta Tirk a dagirker a duh ji pêş çavên Mutesim Ilêwiyê ê biçûk naçin. Ilêwî di wê topbaranê de birîndar dibe û bavê wî jî şehîd dibe.

Nezanî ev cara dawîn e bavê xwe dibîne
6 cotmeh, 2023   19:36

Balafirên şer û yên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker duh gelek stasyonên petrolê yên navçeya Tirbespiyê bombebaran kirin. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Ilêwî şehîd bû û kurê wî Mutesim Îsmaîl (14) birîndar bû.

Her wiha karkerekî stasyona Gir Dahol a petrolê yê bi navê Samî Nayîf El Hisên jî birîndar bûbû.

Bandora êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker hîna jî li ser Mutesimê biçûk dewam dike û kêliyên bombebarana dijwar ji bîra wî naçim.

Mutesim ji serî û laşê xwe birîndar bûye. Dema şiyar dibe, bi lez diçe mal ji bo ku rewşa bavê xwe nas bike, lê di wê kêliyê de balafirên şer careke din stasyonê bombebaran dikin. Di encamê de bavê wî di cih de şehîd dibe û Mutesim birîndar dibe.

Mutesim tevî birayê xwe Ela rakiribûn Nexweşxaneya El Murad a li navçeya Tirbespiyê. Ela dema bira û bavê xwe dibîne, ditirse. Li gorî agahiyên kadroyên tenduristiyê dane, rewşa Mutesim aram e.

Balafirên şer û yên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker duh gelek dever li navçeyên Çilaxa, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik, Amûdê, Qamişlo û Hesekê bombebaran kirin. Di wan êrişan de cih û avahiyên stratejîk rasterast kiribûn hedef.

(şx)

ANHA