Li 3 bajaran çalakiyên li dijî êrişan: Vebijêrka me berxwedan e

Li Til Koçer, Dirbêsiyê û Girkê Legê gel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagiker meşiyan. Di meşan de peyama berxwedanê hat dayîn.

6 cotmeh, 2023   18:02

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û navçeyên Til Koçer û Girkê Legê yên girêdayî kantona Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn qadan.

TIL KOÇER

Meşa li Til Koçerê bi beşdariya şêniyên navçeyê û bajarokên wê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û saziyên sivîl û xizmetguzarî ji pêşiya parka Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Êrişên Tirkiyeyê rawestînin", "Na ji siyasetên qirkirin, çewisandin û talankirinê yên li dijî gelê me re", "Na ji êrişên Tirkiyeyê  re", "Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me" û "Bêdengiya we me dikuje" hatin vekirin.

Meş li sûka navendî rawestiya. Li vir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Til Koçer Xorşîd Koçer axivî. Xorşîd Koçer êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got, êrişî îradeya gelên ku xwe spartin fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan naşkîne.

Endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Mehmûd Salih êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li şêniyan kir ku li derdora QSD′ê kom bibin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku helwesta xwe li hemberî êrişan dewleta Tirk zelal bikin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimre dewleta Tirk a faşîst" bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û bajarokên wê ji qada Jinê ber bi çerxerêya Gardînya ya navenda navçeyê ve meşiyan.

Li vir, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Kotî axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Kotî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan valakirina herêmê ji şêniyan e û anî ziman ku ew ê li dijî êrişan têkoşînê xurt bikin û rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan bişopînin.

GIRKÊ LEGÊ

Endamên saziyên sivîl û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan jî di nav de, şêniyên navçeya Girkê Legê ji qada Şehîd Xebat  dest bi meşê kir û û ber bi sûka navendî ve bi rê ket. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Li sûka navendî, endamê Meclisa navçeyê Feremez Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got êriş berdewama komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Mihemed destnîşan kir ku êriş dê gelên herêmê ji têkoşîna pêkanîna azadiyê û projeya Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin.

Mihemed bang li şêniyên herêmê kir ku bi yekrêziyekê têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina destkeftiyan bidomînin.

Piştre, endamê PYD'ê Fener Silêman daxuyaniyek bi navê partiyê xwend. Fener Silêman got, dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike da ku projeya xwe ya guhertina demografiyaya herêmê pêk bîne.

Mihemed anî ziman ku ew ê berxewdana li dijî êrişan berdewam bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gelan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bûn.

(mh)

ANHA