Nasnameyên 8 şehîdên êrişên dewleta Tirk hatin aşkerakirin

Nasnameyên 8 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin aşkera kirin.

Nasnameyên 8 şehîdên êrişên dewleta Tirk hatin aşkerakirin
6 cotmeh, 2023   17:31

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên 8 welatiyên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne aşkera kirin.

Li gorî  agahiên ku Meclisa Malbatên Şehîdan dane ANHA`yê, welatiyên bi navên Ebdurehman Nasan, Gulo Şêx Elî, Ebdurehman Hecî, Huzeyfa Hiso û Îsmaîl Xelo li Kobanê, Ednan Ebdî û Riyad Korkecî li Hesekê û Mihemed Hisên El Ilêwî li navçeya Tirbespiyê şehîd bûne.

Meclisa Malbatên şehîdan diyar kir ku 8 welatî duh (5′ê Cotmehê) şehîd bûne û dê  sibe merasîmên oxirkirina wan li herêmên Firatê û Cizîrê werin lidarxistin.

(bb)

ANHA