HRE`yê bersiva êrişan da: 5 leşker hatin kuştin

Di çalakiya Hêzên Rizgariya Efrînê ya dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Ezazê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 9 leşker jî birîndar bûn. Li navçeya Şera ya Efrînê jî balafireke dewleta dagirker hat xistin.

HRE`yê bersiva êrişan da: 5 leşker hatin kuştin
6 cotmeh, 2023   11:50

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet êrişên 5`ê Cotmehê, li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakiya bersivdayînê li dar xist.

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

Bi hinceta çalakiya canbexşane ya Enqereyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên wê li seranserê xetên Bakur û Rojhilatê Suriyê dest pê kirin û heya niha jî dewam dikin. Di serî da cihên xizmetguzariyê, hemû cihên pêdiviyên jiyanî û bi taybetî jî gelê me bû hedefa balafirên şer û balafirên keşfê. Her wiha topbaraneke pir zêde li seranserê herêmê li dijî gelê me tê kirin.

Tê zanîn ku ji roja bajarê Efrînê hatiye dagirkirin û heya niha dewleta Tirk a dagirker bi komên çeteyên xwe ve zilm û qirkirineke pir mezin û berfireh li dijî gelê me dide meşandin. Ji girtina welatiyan bigire, heta revandina mirovan, di warê guhertina demografiya herêmê, koçberkirina gel ji cih û warên wan bi darê zorê, her wiha desteserkirina li ser mal û milkê gelê me, bi rê û rêbazên şerê taybet ê herî qirêj hewl didin gelê me di qirkirinê re derbas bikin. Li gel êrîşên bênavber ku li ser heremên me berdewam dikin, di roja 5`ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe zêdetir kir.

Di roja 5`ê Cotmehê de, gundên Şewarxa, Merenaz, Kiştîar, Soxanekê, Bênê, Gundê Mezin, Dêrcimêl, Ziyaretê, Meyasê, Şealê, Zîwan, Şêx Îsa, Kefer Naya û bajarokê Til Rifatê bi balafirên keşfê, obus û hawanan ve hatin bombebarankirin. Her wiha gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Malikiyê û gundê Ziyaretê bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Li hember van êrîşên dijmin, ji aliyê hêzên me ve çalakiyeke bersivdayînê hate lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Di 5’ê Cotmehê de hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a Dabiq ya girêdayî bajarokê Ezazê, çalakiyeke taybet lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 9 leşkerên dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de jî maşîneyek û baregeha dijmin derb xwar. Di heman rojê de li gundê Şewarxa yê navçeya Şerayê balafireke bêmirov a artêşa Tirk hate xistin.”

(c)