33 partiyan li hember êrişan banga hevgirtinê kir

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê û hêzên demokratîk ên li Tirkiye û cîhanê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.  Partiyan bang li gelê Sûriyeyê jî kir ku li dijî êrişan hevgirtî bin.

33 partiyan li hember êrişan banga hevgirtinê kir
6 cotmeh, 2023   11:40

33 partiyên kurdî û erebî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker dijî avahiyên stratejîk ên herêmê daxuyaniyeke hevpar da.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî) Nesreddîn Îbrahîm li hola navenda Dîplomasiya Civakî li bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî hovane rastî êrişan tên. Êriş bi balafirên bêmirov û biçek tên kirin û sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêveberiyên saziyên sivîl dibin hedef. Dewleta dagirker 4`ê Cotmehê jî êrişeke berfireh li dijî herêmê ji seranserê xeta sînor, heta Kobanê û Hesekê da destpêkirin. Her wiha hemû navendên jiyanê mîna stasyonên av, kehrebe û pîşesaziyê kirin hedef.”

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk gelek dever dagir kirin, xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da koçberkirin û niha jî hewl dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî jî hat rexnekirin û wekî hevkariya sûcên li dijî gelê Sûriyeyê hat hesibandin.

Partiyan di daxuyaniya xwe de “dijminahiya dewleta Tirk û dûvikên wê ya bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî” şermezar kir.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girê dide. Vê siyaseta dijminahiyê ya Enqerê ji bo herdu gelên Sûriye û Tirkiyeyê bûye bela. Wekî partiyên siyasî me her tim piştgirî daye aştiya navxweyî li Sûriyeyê û welatên cîran.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî hatin şermezarkirin û bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê û hêzên demokratîk ên Tirkiye û cîhanê hate kirin ku vê êrişa li dijî herêmên ewle yên Sûriyeyê şermezar bikin. Partiyan bang li gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir ku li hember vê êrişê hevgirtî bin û derfetê nedin wan kesên dixwazin yekitî û serdestiya Sûriyeyê têk bibin.

Navên partiyên daxuyanî dane wiha ne:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Partî Demokrat a Kurdistanê-Sûriye

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Nûkirin a Kurdistanê

Partiya Karker a Kurdistanê

Desteya Nîştimanî ya Erebî

Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Refom –Sûriye

Partiya Asûr a Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafizkeran

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

Heyet Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê

Partiya Sûraya