​​​​​​​Du milyon însan, nexweşxane û sazî bê av, ceyran û xaz hiştin  

Ji ber bombebaranên dewleta Tirk a dagiker li herêma Cizîrê nêzî 2 milyon însan bê av, ceyran û xaz man. Xebatên bi dehan nexweşxane, binkeyên tenduristiyê û saziyên xizmetguzariyê jî hatin asta rawestînê.

​​​​​​​Du milyon însan, nexweşxane û sazî bê av, ceyran û xaz hiştin  
6 cotmeh, 2023   11:33

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ev 3 roj in navend û saziyên xizmetguzariyê ku li gorî peymanên navnetewî jî qedexe bêne hedefgirtin, bombebaran dike. Di êrîşên ku hîn jî didomin de, bi temamî binesazî û pergala xizmetguzariyê hedef tê girtin.

Balafirên dagirkeran heta niha bi dehan deverên herêma Cizîrê ku gelek saziyên xizmetguzarî û navendên enerjiyê lê hene, nêzî 60 caran bombebaran kirine. Li Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê santralên ceyranê û îstasyonên avê, bîrên neftê bûn hedefa dagirkeran. Di êrîşan de û heta niha 12 kes şehîd û 12 jî birîndar bûne.

TESPÎTA FERMÎ NÎN E LÊ…

Ziyana ku di encama bombebaran de derketiye holê hîn ji aliyê saziyên eleqedar ve bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin, lê ziyaneke mezin a madî pêk hatiye, li gelek deverên bajaran, ceyran û av qut bû. Herî dawiyê bi êrîşên li ser santrala ceyranê ya Siwêdika ya li Dêrikê re pergala ceyran û avê têk çû, xizmetên mecbûrî yên weke tenduristiyê hatin asta rawestînê.

AV Û CEYRAN QUT BÛ

Siwêdikê stantrala herî mezin a ceyran û xazê ye ku pêdiviya tevahiya herêma Cizîrê pêşwazî dike. Herêma Cizîrê jî herêma herî mezin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ye û nêzî 2 milyon însan dijin. Bi dehan nexweşxane û sedan saziyên xizmetguzariyê kar dimeşînin. Bi bombebarana Siwêdîka re, ceyrana 2 milyon însanan qut bû.

NEXWEŞXANE HATIN ASTA RAWESTÎNÊ

Li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Şedadê 5 nexweşxaneyên navendî, 15 nexweşxaneyên taybet û 35 binkeyên tenduristiyê ku rojane bi sedan însan tên dermankirin hene. Bi bomberanê de ceyrana dihat van nexweşxaneyan û saziyên din ên xizmetguzariyê qut bû. Her çiqasî li van deran jenerator hebin jî, meşandina xizmetê gelekî zehmet bûye.

AV QUT BÛ

Li herêma Cizîrê tevahiya îstasyonên avê bi ceyranê kar dikin. Ceyrana piraniya wan jî, ji santrala Siwêdîkê tê. Lewma li gel bombebaranê û qutbûna ceyranê piraniya îstasyonên avê jî sekinîn. Di rewşa niha de nêzî 2 milyon însan û sedan saziyên xizmetguzariyê bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne.

XAZ

Siwêdikê di heman demê navenda xaza ku ji bo malan, aşxane û saziyan tê belavkirin e. li vê navendê rojane 13 hezar qenîneyên xazê tên derxistin û belavkirin. Lê piştî bombebaranê di warê xazê de jî wê zehmetiyek mezin bê kişandin.

(a)

ANHA