​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliye ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
6 cotmeh, 2023   10:27

Ev sê sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û parêzerên wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parêzer hefteyê du caran serlêdanê dikin lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran karîbûn tenê 5 caran hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin.  Hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re herî dawî parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hatibû.