​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker zêdetir 40 dever kir hedef

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de 29 qad û gund, 3 stasyonên kerhebeyê, 4 cihên petrolê, 2 stasyonên avê, stasyoneke gazê  û bendava Çilaxa bombe kirin. Di encamê de 6 welat û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker zêdetir 40 dever kir hedef
6 cotmeh, 2023   06:52

Dewleta Tirk a dagirker duh (Pêncşemê), êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di êrişên xwe de zêdetir navendên xizmetguzariyê kirin hedef. Di encama van êrişan de 6 welat û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.

-Balafira dewleta Tirk a dagirker mezreya Mişêrfe Himê ya li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê de bombebaran kir. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Mişêrfê- Hesekê erebeyeke sivîlan bombebaran kir di encamê de qurbanî çêbûn.

-Dewleta Tirk a dagirker stasyona Himê ya Hesekê gelek caran topbaran kir.

-Balafira şer a dewleta Tirk 5 caran li dû hev derdora kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li rojavayê bajarê Hesekê bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker derdora saet di 11:30′an de gundê Tewîla yê rojavayê navçeya bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek dewleta Tirk a dagirker nêzî stasyona avê ya li gundê Rikuba yê başûrê navçeya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

-Balafira bê mirov a bi çek dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê (Bendava Xerbî) ya kehrebeyê dide beşeke mezin a bajar û gundên Hesekê kir hedef.

KANTONA QAMIŞLO

-Dewleta Tirk a dagirker derdora saet di 10:45′an de derdora bendava Çilaxa ya kantona Qamişloyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.

-Derdora saet di 11:00′an de dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Til Hebeşê (3 km dikeve başûrê navçeya Amûdê) kir û di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

-Balafira bê mirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker devera petrolê ya li nêzî gundê Gir Dahol ê dikeve başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta dagirker stasyona petrolê ya li gundê Al Qews ê navçeya Çilaxa bombebaran kir.

 

 

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê ya Seîda ya li gundewarê Tirbespiyê kir hedef.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta dagirker stasyona petrolê ya Ziraba ya li navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk nêzî Hîzama bakur a bajarê Qamişloyê stasyona kehrebeyê  ya li taxa Cirnk û santrala stasyona li bakur bombebaran kirin.

-Dewleta Tirk stasyona kehrebeyê ya navçeya Amûdê bombebaran kir.

-Artêşa dagirker bi balafira bê mirov a bi çek stasyona gazê ya Ewda ya li Tirbespiyê bombe kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê ya knatona Hesekê bombebaran kir.

-Dewleta Tirk a dagirker dibistana gundê Dad Ebdal û bendeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Bobî, Esediye yên navçeya Zirganê topbaran kirin.

-Di nîvê şevê de, bi dehan herêmên stratejîk ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî hatin topbaran kirin. Avahiyên li li Hîzamê bakur ê Qamişloyê 2 caran hate bombebarankirin. Zeviyê gazê yê Ewde û deverek li nêzî gundê Aliyan û devereke din li rojhilatê navçeyê, ji aliyê balafirên şer ve bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Li Dêrikê stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqil, stasyona kehrebeyê ya gundê Sê Gira Dero yê Girkê Legê ji aliyê balafira şer a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.

Li navçeya Çilaxa jî, stasyona Al Qews hat topbarankirin. Li Amûdê, dewleta Tirk a dagirker gundê Xirbê Xoy ê başûrê navçeyê, kargeha bûzê yê bajarokê Girbawî yê kantona Qamişloyê topbaran kirin.

HERÊMA FIRATÊ

-Derdora saet di 12:31′an de balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk li gundê Qesif ê başûrê rojavayê navçeya Sirîn ê başûrê bajarê Kobanê 3 bombe li cihekî tamîkirina erebeyan xist.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Xirab Îşkê (45 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kobanê) û li ser rêya M4 motorsîklêtek bombebaran kir û di encamê de 2 welatî şehîd bûn.

-Dewleta dagirker saet di 15:10′an de bi çekên giran gundê Seyda yê dikeve bakurê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

EFRÎN Û ŞEHBA

-Balafira bê mirov a bi çek li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê 2 caran nuqteya hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir. Di encamê 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

-Artêşa Tirk gundê Zîwanê yê Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

-Artêşa dagirker navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir.

-Gundên Meranaz, herêma di navbera gundên Dêr Cemal û Ziyaretê de yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin topbarankirin.

-Dewleta Tirk gundên Meyase, Gundê Mezin, Kilotê, Hişr Soxanekê, Bênê yên navçeya Şêrawayê, gundên Merenaz, Şewarxe, Keştar ên navçeya Şera yan kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

-Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva pêncşemê gundê Malikiye yê gundewarê Efrînê bombebaran kir.

MIBINC

-Dewleta Tirk a dagirker saet di 00:17`an de gundên Hemam, Toxar, Hoşeriye, Ewn Dadat, Dendeniye û Seyade yên bakurê Minbicê topbaran kirin. Li gor agahiyên şehîd û birîndar hene.

Di encama topbaranê de û li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şopandina nûçegihanên me, 6 welatî şehîd bûne, 12 jî birîndar bûne. Her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.

(bb)

ANHA