Muxalîfê Suriyeyî: Çareserî destekdayîna projeya Rêveberiya Xweser e

Muxalifê Sûriyeyî Fîras Qesas destnîşan kir ku, eger projeya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê were destek kirin, wê pirsgirêk çareser bibe û welatekî bi rûmet-demokratîk were avakirin. 

Muxalîfê Suriyeyî: Çareserî destekdayîna projeya Rêveberiya Xweser e
6 cotmeh, 2023   06:29

Muxalifê Sûriyeyî Fîras Qesas derbarê qeyrana li welat, sedem û çareseriya wê de ji ANHA’yê re axivî.

Fîras Qesar bal kişand ser nirxandina Nûnerê NY'ê yê Sûriyeyê Geir Pedersen ku gotibû çareseriya kirîza Sûriyeyê dûr e, lê wê di deme nêzîk de civînek komîteya destûra bingehîn çêbibe û got:  Ev daxuyanî rewşa xirab a hêzên navneteweyî nîşan dide. Hat piştrastkirin ku ev hewldan negihîştin tu encaman û xuya ye rêya çareseriya siyasî û pêkanîna biryara navneteweyî jî dûr e."

Qesas destnîşan kir ku gelek sedemên rewşa xirab a li Suriyeyê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên siyasî yên muxalif ku heta niha jî bi navê şoreşê tev digerin, nekarîn doza şoreşgerî bi rêve bibin. Rejîma Sûriyeyê jî rewş aloztir kir. Ev binkeftin bi rejîmê û opozîsyonê ve girêdayî ye."

‘KOMÎTEYA DESTÛRÊ BÊ ÎRADE YE, ROLA NY NÎN E’

Fîras Qesar bal kişand ku komîteya ji bo çêkirina destûrek bingehîn hatiye avakirin jî bê îrade û bê ruh e û got: “Her aliyek hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne. Dema aliyên ku di krîza Suriyeyê de xwedî rol in ji bo danustendinan amade bûn, wê demê çareseriyeke rastî jî wê gengaz bibe. Ez li vir behsa Amerîka û Rûsya dikim. Rola NY jî  nîn e. Sekreterê giştî û saziyên din nikarin tiştek bikin, ji ber ku rola wan sereke nîn e. Konseya Ewlekariyê dikare gav bavêje, lê ew jî berjewendiyên dewletên mezin temsîl dike."

‘XILASIYA SURIYEYÊ RÊVEBERIYA XWESER E’

Qesar destnîşan kir ku projeya li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatiye avakirin dikare bibe çareseriya Suriyeyê, lewma dive destek bê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê nirxên jiyana hevbeş bên mezinkirin, qebûlkirina hev pêş bikeve, rola jinan were zêdekirin. Ev ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên pêşxistin, di nav civakê de tên belavkirin."

Qesas anî ziman ku bi guhertina rejîmê, gavên siyasî û avakirina welatek demokratîk, nenavendî û pir rengî re çareserî wê gengaz bibe û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Eger ew xal pêk neyên dê rewş aloztir bibe. Divê em dest ji armanca xwe ya pêkanîna guhertina siyasî, parastina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û belavkirina wê li deverên din ên Sûriyeyê bernedin, tenê bi vî awayî em ê bigihîjin Sûriyeya birûmet û demokratîk."

(mh/a)

ANHA