Rojnameyên erebî êrişên dewleta Tirk nedîtin

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, êrişa li dijî şahiya derçûna endamên fakulteya şer a hêzên hikumeta Şamê û normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de kir rojev. Lê qet behsa êrişên hawayî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nekir ruxmî ku bi dehan qurbanî hene.

Rojnameyên erebî êrişên dewleta Tirk nedîtin
6 cotmeh, 2023   07:44

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê êrişa li bajarê Humês de nûçeyek bi serenav “Êrişa li Humsê nîşaneya destpêkirina şer li Sûriyeyê dide” parve kir. Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar ji Şamê wiha nivisî: “Êrişa li dijî fakulteya şer a li Humsê, di geşedanên leşkerî de xaleke girîng e û nîşaneya destpêkirina şer li Sûriyeyê dide.”

Hikumeta Şamê ragihand ku di êrişa bi balafirên bêmirov ên li Humsê de zêdetirî 100 kes hatiye kuştin.

Hin çavkaniyan gotin îhtîmal heye Şam li eniyên Idlibê, beyarê dîsa êrişan gur bike û ji nû ve kaxizan li hev bike da ku rastiyeke nû ferz bike.

Rojnameya El Exbar, êrişa li dijî fakulteya leşkerî ya hikumeta Şamê bi pêşketinek bi nav kir ku dibe rê li ber beşeke nû ya şerê li Sûriyeyê veke, rastiya li “herêmên bêçek” biguhere.

ERDOGAN PIŞTA XWE DA NORMALÎZEKIRINA BI ESED RE

Rojnameya El Ereb ragihand ku parlamentoya Tirkiyeyê, di çend rojên bê de muzakereyekê dinirxîne û dixe dengdayînê. Ev muzakere serokatiya Tirkiyeyê pêşkêşî parlamentoyê kiriye û daxwaz dike ku dema mayîna artêşê li Sûriye û Iraqê heta 2 salan berdewam bike.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gelek caran ragihand ku ew amade ye bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtinê çêke. Lê belê Esed, şert daniye ku heta hêzên Tirkiye ji Sûriyeyê venekişin ew bi Erdogan re nacive.

Îro bi vê daxwaznameyê re, Erdogan îsbat dike ku Sûriyeyê dernakeve û dê leşkerên din bişîne wir. Yanî derfeta danûstandin bi Şamê re neman.

(şx)