Kurdistaniyên li Lubnanê: Divê gelên dost helwesteke cidî li hember êrişan nîşan bidin

Kurdistaniyên li Lubnanê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bi siyaseta qirkirinê wesifandin. Her wiha bang li hêzên demokratîk, gelên dost kir ku piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û helwesteke cidî û diyar nîşan bidin.

Kurdistaniyên li Lubnanê: Divê gelên dost helwesteke cidî li hember êrişan nîşan bidin
6 cotmeh, 2023   06:14

Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û binesaziya wê kir hedef.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dest bi êrişan kir.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku ev êriş, îsbat dike ku dewleta Tirk a dagirker di siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên herêmê de berdewam e.

Her wiha bal hate kişandin ser îdiayên rayedarên wezareta derve ya Tirkiyeyê û wezareta şer ku faîlên çalakiyên fedaî li Enqereyê ji Sûriyeyê derbas bûne û hate gotin: “Ev hewldan ji bo berovajîkirina rastiyan e û dayîna hicetan ji bo ku êriş destkeftiyên gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.”

Di daxuyaniyê de ev êriş û siyasetên înakirinê û qirkirinê yên li dijî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî, hêzên garantor û tevahî rêxistinên navneteweyî yên têkildar hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin, ji bo ku vî şerî rawestîne û ji ber sûcên ku kirine, li gor peyman û rêgezên navneteweyî hesabê jê bipirsin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên demokratîk û gelên dost hat kirin ku piştgiriya gelê Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û helwesteke cidî û diyar li hember van sûcên hovane yên li dijî gel, nîşan bidin.

(şx)

ANHA