​​​​​​​Dewleta Tirk gundewarê Til Temirê daye ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tawîle û Guzeliye yên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û gundê El Şêx Elî yê bakurê navçeyê topbaran dikin.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundewarê Til Temirê daye ber topan
6 cotmeh, 2023   05:29

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tawîle û Guzeliye yên nêzî rêya navneteweyî M4`ê û li rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û gundê El Şêx Elî yê bakurê navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk duh piştî nîvê şevê, çiyayê Kizwanê yê navçeya Til Temirê bombebaran kiribûn.

(şx)

ANHA