​​​​​​​Rojnamevanan dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir 

Rojnamevanan bang li hikmetên Şam û Iraqê, her wiha civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwest.

​​​​​​​Rojnamevanan dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir 
6 cotmeh, 2023   06:24

Rojnamevan Mistefa Ebdî û Burhan Şêx Raûf derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de ji ajansa me re axivîn.

Mistefa Ebdî êriş wekî berdewama sûcên rejîma Tirk nirxandin û got: "Ji ber van bûyerên stratejîk karekî cidî û lezgîn pêwîst dikin da ku êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê û sûcên wê werin rawestandin. Her wiha lazim e peymanên dualî yên Tirkiye bi Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re werin têk birin."

Ebdî anî ziman ku divê civaka navneteweyî û aliyên têkildarî ji bo çareseriyeke siyasî ya mayînde û ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê xebateke mezin bikin. Her wiha got, ′′Divê rêxistinên mirovî û navneteweyî alîkariyên mirovî bidin mexdûr û koçberên ji ber kiryarên dijminane.′′

Rojnamevan Mistefa Ebdî bang li aliyên bi nakok kir jî ku ′′Rêzê ji qanûnên navneteweyî yên mirovî bigirin, pabendî rawestandina êrişên li ser sivîlan û saziyên medenî bin, parastina sivîlan mîsoger bikin û ji bo gihandina alîkariyên mirovî û rakirina birîndaran mercên guncaw peyda bikin.′′

Mistefa Ebdî hişyarî da ku eger êriş berdewam bikin dê bandorên wê felat bin û got: "Ji bo rawestandina kiryarên tundiyên, pêkanîna aştî û istiqrarê li Sûriyeyê divê îsrarek ji aliyê hêzên navneteweyî ve hebe."

′TIRKIYE SERDESTIYA DEWLETAN BINPÊ DIKE′

Şêwirmendê ragihandina Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Burhan Şêx Raûf got, gefên wezîrê karên derve yên dewleta Tirk a dagirker ne nû ye û got: "Ji derveyî hedefkirina navendên aktîf û binsaziyê, Tirkiye di gelek êrişên xwe de welatiyên sivîl û cotkaran kirin armanc û serdestiya her du welatan û gelek welatên din wekî Lîbya, Qibirs, Azerbaycan û welatên bakurê Afrîkayê bin pê dike. "

Burhan Şêx Raûf di dewama axaftina xwe de got, divê hikûmetên Sûriye û Iraqê li dijî êriş û binpêkirinên rojane yên dewleta Tirk a dagirker serî li hemû kanalên dîplomatîk û qadên navneteweyî bidin.

Şêx Raûf, gefên Fîdan wekî ragihandina şer nirxand û bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî rêxistinên herêmî kir ku li dijî êriş û gefên dewleta Tirk û li dijî qetilkirina mirovên bêguha destekê bidin gelên Sûriye û Iraqê.

Şêwirmendê ragihandina YNK′ê Burhan Şêx Raûf îşaret bi vê yekê kir ku divê wezîrê parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed El Ebas bandorên van êrişan bi Enqereyê re parve bike, serî li diyalog û çareseriyên aştiyane bidin. Her wiha got: "Vebijêrkên leşkerî û ewlehî ji pirsgirêkên li cîhanê re nabin çareserî."

(bb)