Şêniyên Tirbespiyê: Gerîla mîsogeriya hebûna tevahî gelan e

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku ew ê hata dawiyê piştgiriya gerîla bikin û got, gerîla mîsogeirya hebûna tevahî gelan e.

Şêniyên Tirbespiyê: Gerîla mîsogeriya hebûna tevahî gelan e
6 cotmeh, 2023   00:45

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û di van êrişan de çekên giran û yên qedexekirî bi kar tîne. Gerîlayên azadiyê li hemberî êrişan berxwedaneke mezin raber dikin û derbên giran li dagirkeran didin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û gotin ew ê heya dawiyê bi gerîla re bin.

Welatiya bi navê Xedîca Ehemd diyar kir ku hebûna Kurdan bi hebûna gerîlayên azadiyê ve girêdayî ye û got gerîla ji bo azadiya tevahî gelan şer dike.

Xedîca Ehmed bal kişand ser berxwedana gerîlayan û wiha li gotinê xwe zêde kir: " Gerîlayên me li hember dijmin û dagirkeran li ber xwe didin û rêzeçalakiyan li dijî wan li dar dixin. Em van çalakiyên serkeftî silav dikin. "

Xedîca Ehmed di dawiyê de got: ′′Ne ji gerîlayên azadiyê ba wê dewleta Tirk a dagirker tevahî herêmên me dagir bike. Lê gerîla tevahî gelan ji dagirkeriya Tirk diparêze. Em ê heya dawiyê bi gerîlayên xwe re bin."

Welatiyê bi navê Nesîm Murad got, ew  şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gerîlayên xwe re ne û berxwedana wan a li hember dagirkeran silav dikin.

Murad anî ziman ku gerîla ne tenê ji bo Kurdan, lê di heman demê de ji bo tevahî gelên bindest tê dikoşe.

Nesîm Murad di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gerîla hebûn û rûmeta gelan diparêze û serkeftina gerîlayan mîsogeirya azadiya tevahî gelên bindest e.

Welatiya bi navê Necah El Qeso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze gerîla tune bike û destnîşan kir ku gerîla tevahî pêkhateyan diparêze.

Necah El Qeso anî ziman ku we pêkhateya Ereb berxwedan û çalakiyên gerîlayên azadiyan ên li dijî dagirkeran silav dikin û dê heta dawiyê piştgiriya wan bikin.

Di dawiyê de Necah El Qeso got: "Em bi dil û can çalakiyên serkeftî yên gerîla pîroz dikin. Em ê heta dawiyê li kêleka gerîlayên xwe bin."

ANHA