​​​​​​​′Arîn Mîrkan peyama em dev ji xaka xwe bernadin da′

Rêvebera Mala Jinan a Herêma Firatê Semîra Mihemed Elî çalakiya fedaî ya şehîd Arîn Mîrkan nirxand û got: "Arîn Mîrkan a fedaî bû meşaleya azadiyê, bi çalakiya xwe peyamek da çavbirçiyên xaka me ku berdêl çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin."

​​​​​​​′Arîn Mîrkan peyama em dev ji xaka xwe bernadin da′
5 cotmeh, 2023   23:35

Bi boneya salvegera 9′emîn a çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan  a li dijî êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser Kobanê, rêvebera Mala Jinan a Herêma Firatê Semîra Mihemed Elî ji ANHA′yê re axivî.

Semîra Mihemed Elî got, şehadeta Arîn Mîran pêngaveke sereke ji bo jinan  bû ku wêrekiya xwe di tevahî qadên jiyanê de nîşan bidin.

Semîra bal kişand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li refên pêşîn ên têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê ne û saziyên Rêveberiya Xweser bi rêve dibin û diyar kir ku jinan di qada civakî de xwe li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdulalh Ocalan û mîraseya şehîdên şopdarên xeta şehîd Arîn Mîrkan bi rêxistin kirine.

Rêvebera Mala Jinan a Herêma Firatê anî ziman ku Şoreşa Rojava derfeteke dîrokî ji bo jinan bû da ku wêrekiya xwe li hemberî zîhniyeta baviksalar îsbat bike, her wiha rêya xilasiya wan ji vê zîhniyetê bû.

Semîra Mihemed Elî got, jinên şerê DAIŞ′ê kirin xwe baş bi rêxistin kirine û îradeya xwe ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan girtine. Semîra destnîşan kir ku têkoşer Arîn Mîrkan xwe bi felsefeya jiyanê bi çek kir, serkeftin para wê û bi serbilindî gihaşt asta şehadetê.

Semîra bi domdarî got: "Bi saya şehîd Arîn em bi rêxistin bûne. Şehîdan ji bo parastina me da ser şopa azadiyê, ya ku şehîd Arîn kir tiştek ji xeyal mezintir e. Şehîd Arîn bû meşaleya azadiyê û bi çalakiya xwe nameyek da çavbiçiyên xaka me ku em xwediyê vê xakê ne û em giyanê xwe di oxira wê de bidin jî, em dev jê bernadin."

Rêvebera Mala Jinan a Herêma Firatê destnîşan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bû bingehê jidayikbûna jinên lêgerên jiyanê û wiha  dawî li axaftina xwe anî: "Bi têkoşîn û şehadeta jinan hefsengiyên navneteweyî hatin guhertin û planên wan hatin pûçkirin, ev yek jî bi saya Rêber Abdullah Ocalan e ku fikr û feslefeya jiyanê da jinan ji bo berê xwe bide azadiyê. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hefsengiya navneteweyî guhert ku digotin em gelekî binkeftî ne û rêya rizgariyê nas nakin."

(bb)

ANHA