​​​​​​​Di êrişan de welatiyek din li Qamişloyê şehîd bû

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî kantona Qamişloyê de, welatiyek din şehîd bû û 2 din jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişan de welatiyek din li Qamişloyê şehîd bû
5 cotmeh, 2023   21:09

Nûçegihanên me li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ragihandin ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyonên petrolê yên li bakurê navçeyê de, welatiyek şehîd bûye.

Her wiha nûçegihana me li navçeya Amûdê ya heman kantonê jî, ragihand ku di bombebarana li dijî gundê Xirbê Xoy ê bakurê navçeyê, 2 welatî birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker ji vê sibê ve, binesazî û navendên stratejîk bombebaran dike û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

(şx)

ANHA