Minbic tê topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên hewayî li dijî herêmên Bakur û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gundewarê Minbicê bi dijwarî topbaran dike.

Minbic tê topbarankirin
5 cotmeh, 2023   21:26

Nûçegihanê li Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur û rojavayê Minbicê; Hemam, Xuxar, Hoşeriye, Ewn Dadat, Dendeniye û Siyade bi çekên giran topbaran dikin.

Ji vê sibê dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Di wan êrişan de, binesazî û navendên stratejîk ên herêmê dike hedef. Di encamê de bi dehan kes şehîd bûn û birîndar bûn.

(şx)

ANHA