​​​​​​​Di êrişan de 5 welatî û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 5 welatî û 6 endamên hêzê şehîd bûne.

​​​​​​​Di êrişan de 5 welatî û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn
5 cotmeh, 2023   20:17

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê agahiyên nû parve kirin. Hêzên got: “Îro êrişên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk binesazî, avahiyên xizmetguzarî yên herêmê bombebaran kirin. Di encama wan êrişên tirsonak de şehîd û birîndar çêbûn.

Bîlançoya nû ya êrişên dewleta Tirk a dagirker wiha ye:

Êriş: dewleta Tirk a dagirker 21 cih topbaran kirin. Di nav de 10 binesazî, 8 avahiyên niştecihbûnê û 3 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene.

Qurbanî: Di êrişan de 11 kes şehîd bûn. Di nav wan de 5 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene. Her wiha 10 kes birîndar bûn ku di nav wan de 8 sivîl in û 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn in.

Cih: Cihên hatine hedefgirtin; Hesekê, Qamişlo, Til Temir, Kobanê û Şehba.

Li Hesekê, gundên Mişêrfe El Hime, derdora kampa Weşûkanî du caran hate hedefgirtin, erebeyek nêzî kampê, stasyona kehrebeyê ya bendeva xerbî ku kehrebeyê dide bajêr û gundewar hatin topbarankirin.

Li Qamişlo derdora bendava Çilaxa, Til Hebiş li gundewarê Amûde, deverekê petrol lê heye ku li nêzî gundê Kerdahol ê navçeya Tirbespiyê, stasyona petrolê ya Seîde li gundewarê Tirbespiyê, stasyona petrolê ya Al Qews a herêma Aliyan a navçeya Çilaxa, stasyona Kehrebeyê ya li kembera başûr a Qamişlo, bendeke leşkerî ya li nêzî stasyona kehrebeyê ya li kembera başûr a Qamişlo, zeviyê petrolê yê Ewde yê Tirbespiy, bîrên petrolê yên Til Xatûn li Tirbespiyê, stasyona Xirab Esker a hikumeta Şamê li başûrê Tirbespiyê, hatin hedefgirtin.

Li Til Temirê jî, gundê Til Tawîl, derdora stasyona avê ya gundê Rekbe û gundê Dirdara hatin topbarankirin.

Li Kobanê, Sirîn, gundê El Qesif, motorsîklêtek li gundê Çelebiye yê rojhilatê Kobanê û li ser rêya M4`ê hatin hedefgirtin.

Li kantona Şehbayê, balafireke bêmirov bendeke hikumeta Şamê li gundê Meyase bombebaran kir û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.”

(şx)