​​​​​​​Li Dêrazorê pargal ji nû ve tê avakirin

Li Dêrazorê piştî bidawîkirina operasyona Xurtkirina Ewlehiyê, bi armanca ji nûve avakirina pergalê, li bi gel, rûspiyî û rewşenbîrên herêmê re civîn tên lidarxistin, nêrîn û pêşniyar tên girtin.

​​​​​​​Li Dêrazorê pargal ji nû ve tê avakirin
6 cotmeh, 2023   02:06

Piştî bidawîbûna operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 27'ê Tebaxê li Dêrazorê dabû destpêkirin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê ji bo gel, rewşenbîr û rusipiyan rêzecivîn li dar xistin. Di civînan de li ser yekrêziya gel, avakirina pergalê û xizmetguzariyê hat rawestin.

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer têkildarî encam û bandorên civînan ji ANHA’yê re axivî. 

‘ME PLANÊN DIJÎ HERÊMÊ VEGOTIN’

Hesen Koçer destnîşan kir ku wan di civînan de bal kişandiye ser planên qirên ên dijî herêmê ku dixwazin navbera Kurd û Ereban de fitneyê derxînin. Hesen Koçer da zanîn ku wan girîngî daye 2 mijaran û wiha dom kir: “Mijarek civîna Astana û teyisandina wê ya li Dêrazorê bû. Hedef têkbirina armaiya herêmê û derxistina fîtneyê bû. Ya din ji nûve sazkirina sîstema komîn, meclîs, meclîsên sivîl û leşkerî bû."

‘DAXWAZA GEL XIZMETGUZARÎ BÛ’

Koçer diyar kir ku ew li ser pêşxistina pergala şaredarî, saziyên tenduristiyê û firneyên nan ên Dêrazorê rawestiyan e û wiha dom kir: “Daxwaza gel jî têkildarî xizmetguzarî û sazkirina rêveberiyan bû. Di civînan de li ser girîngiya mekanîzmaya venêrandinê, çavdêriyek xurt û sekna dijî kesên ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigerin jî hat vegotin. Şêniyan daxwaza destekdayîna hêzên ewlekariya hundirîn û rêxistinkirina wan a bi awayekî baştir jî anî ziman. Me li ser gelek xalên wek ji nû ve sazkirina saziyên sivîl û leşkerî li hev kir."

Koçer da zanîn ku amadekariya lidarxistina civîneke giştî li herêmên Dêrazorê tê kirin û got: "Em ê di wê civînê de pêşniyariyên ku di civînên dawî de hatin kirin nîqaş bikin. Nêrîn û pêşniyariyên şêniyan ji bo Rêveberiya Xweser gelekî girîng in. Di dawiya civînê de wê encamname bê dayîn."

(mh/a)

ANHA